BI DÎMEN

'Gerîlayan birînên me derman kirin'

Pêşmergeyê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) Kerîm Xalidî yê li Xinêrê birîndar bû diyar kir, ku gerîlayan ew birine herêma xwe û bîrînên wan derman kirine.

Di navbera 10-24’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêşmergeyên Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) xwestin bikevin herêmên gerîlayên PKK’ê lê ne. Di nava 15 rojên pêşmerge li herêmê bûn de, rayedarên PKK’ê sê caran bi pêşmergeyên PDK-Î re hevdîtin kirin. Bi van hevdîtinan re hewl hat dayîn ku pêşî li pevçûnên gengaz bê girtin. Lê hêza pêşmergeyan a ji 20 kesî diyar kirin ku ew ê biçin Rojhilatê Kurdistanê û ji herêmên bi serweriya gerîla derbas bûn. Lê li cihekî nêzî sînor, li pêşberî girekî stratejîk ê gerîla lê bûn, bicih bûn. Li ser vê dîsa hevdîtin hat kirin. Pêşmergeyên Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Îranê diyar kirin ku ew ji vê derê dernakevin, gotin ‘ger hewce be wê şer bikin’ û hewl dan bikevin girê ku gerîla lê ne. Li ser vê dîsa hevdîtin hat kirin. Di heman demê de bi BKC’yan gule bi ser gerîlayan de barandin. Li ser vê yekê gerîlayan bi armanca hişyariyê bersiv dan. Tevî ku gerîlayan ji peşmegeyan re gotin vekişin û ew naxwazin bi wan re şer bikin jî, peşmergeyan lê vê hişyariyê guhdarî nekirin. Li ser vê yekê gerîlayan bersiv dan hêza pêşmergeyan. Di vê pevçûna dem kurt de yek jê giran 4 pêşmerge birîndar bûn. Pêşmerge li ser vê neçar man xwe vekişînin.  Gerîlayan, pêşmergeyên birîndar ji herêmê rakirin û ji bo dermankirinê birin nexweşxaneya xwe.

DOKTORÊN GERÎLA PÊŞMERGEYÊN BIRÎNDAR DERMAN KIRIN

Gerîlayê doktor Kendal Urfa ku di destpêkê de pêşmerge derman kir, der barê rewşa wan de agahî da: "Ji ber rê dûr bû, pêşmergeyên birîndar dereng gihandin me. Çawa gihiştin, me mudaxale kir.  Birîndarek hebû, me ji bo rizgarkirina wî gelek hewl da. Lê me xilas nekir.  Sê pêşmergeyên din birîndar in, lê ti xeterî li ser jiyana wan nîne.”

PÊŞMERGEYÊ BIRÎNDAR VEGOT

Pêşmerge Kerîm Xalidî ku 5 sale pêşmergetiyê dike bûyer vegot: “Ev 15 roj in em li herêma Qendîl û Xinêrê ne. Koma me ji 20 kesan pêk dihat. Em bi armanca pêkanîna çalakiyê hatin. Komeke din jî hebû, ew destpêkê nehatin. Di navbera me û gerîlan de du-sê rojan hevdîtin çêbûn. Ez û sê hevalê xwe birîndar bûn. Kesê birînên me derman bike tinebûn. Gerîlayan em girtin û birînên me derman kirin. Wan li me mêze kir.”

Piştî pevçûnan 16 pêşmerge ji aliyê gerîlayan ve hatin îqnakirin û pêşmerge hatin cem gerîla. Gerîlayan xwarin dan pêşmergeyan û ji bo çûyîna wan amadekarî kir. Ji bo çûyîna wan wesayît hatin amadekirin. Ji bo pêşmergeyê jiyana xwe ji dest da jî ambulans anîn û bi ambulansê şandin.

...