Gerîlaya YJA Starê Gungor hat oxirkirin

Gerîlaya YJA Starê Adar Gungor a ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê Gerîlaya YJA Starê Adar Gungor (Sarîna Kanîreş) a ku li navçeya Pilûr a Dersîmê di bomberdûmana 22’yê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hat teşxîskirin, anîn goristana Çira Jêr a girêdayî navçeya Kanîreş a Çewlikê.

Li gel wekîlê HDP’ê Hişyar Ozsoy , gelek kes bi konvoya cenaze re hat goristanê. Konvoya cenazeyê ya ku li rêya Çewlik-Kanîreşê ji hêla gelek wesayîtan hat pêşwazîkirin, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” derbasî gund bû.

Darbest a ku li ser milan hat girtin, bi dirûşmeyên “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” û “Ey Şehîd Rêya Te Rêya Me Ye” heta goristanê hat birin. Cenaze bi sirûda Çerxa Şoreşê hat veşartin.

Piştî veşartina cenazeyê Gungor, girseyî sersaxî ji malbatê re xwest.