Gerîlaya YJA Star Yildiz ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê gerîlaya YJA Star Sidika Yildiz (Destan Rustem) ya li navçeya Qisleyê jiyana xwe ji dest da li ser milên jinan li Elbakê ji bo koça xwe ya dawî hate oxirkirin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Star Sidika Yildiz (Destan Rustem)  ya li navçeya Qisleyê jiyana xwe ji dest da li ser milên jinan li Elbakê ji bo koça xwe ya dawî hate oxirkirin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Star Sidika Yildiz (Destan Rustem) ya 27'ê Tebaxê li navçeya Qisle ya Dêrsimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li ser milê jinan li gundê Xaşkan a bi ser navçeya Elbak a Wanê hate definkirin. Cenazeyê Yildiz li tesîsên bêhnvedanê ya Ova ya li ser rêya Wan û Colemêrgê ji aliyê hezaran welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Parlamentera HDP'ê Tugba Hezer, rêveberên HDP û DBP'ê nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û bi hezaran welatî beşdarî merasîma cenaze bûn. Di merasîmê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Yildiz hatin hilgirtin û dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Cenazeyê Yildiz jinan girtin ser milên xwe û li mizgeftê piştî wecîbeyên olî li Goristana Taxa Xaşkanê hate definkirin.

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn di merasîmê de axivî û diyar kir ku dewlet li ser gelê Kurd terorê dimeşîne û ji bo ku ev zilm bi dawî bibe ciwanên Kurd canê xwe didin, li ber xwe didin. Piştre parlamenter Hezer axivî û got ku ciwanên Kurd li dijî zilmê destanê dinivîsinin.

Birayê Yildiz, Şabettîn Yildiz jî ev tişt anî ziman: "Hevala Destan ne tenê şehîda me ye şehîda gelê Kurd e. Ji bo berjewendî û pere qezenckirinê neçû. Ew ji bo şerefa Kurdistanê çû."

Piştî axaftinan merasîm bi dawî bû û malbatê sersaxî qebûl kir.