Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên sûîqestê weşand

Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên sûîqestê weşand, ku di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser herdu çalakiyan ev agahî dabû:

"28'ê Tebaxê saet di 22:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

13'ê Îlonê saet di 20:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê çalakiyek kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin."