Gerîla li Zapê bi çekên giran li dagirkeran da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku hêzên wan li Zapê bi çekên giran li artêşa Tirk a dagirker dane.

HPG'ê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir gerîla li Zapê li dagirkeran daye, Avaşîn ji hêla dagirkeran ve pir hatiye bombekirin, operasyona li Kato Marînosê ya dagirkeran bêencam vekişiyaye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê;

-19'ê Cotmehê saet 11:00'an li Girê Xeregolê ya Zapê hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dane. Di encama çalakiyê de hedefên ku hatine diyarkirin, derbên serkeftî li wan ketine.

Li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;

-Artêşa TC'ê ya dagirker 18'ê Cotmehê saet 20:10'an, 19'ê Cotmehê derengiya şevê û 20'ê Cotmehê berê sibehê Qada Berxwedanê ya Werxelê bi rengekî zêde bi teqemeniyan û çekên giran bombe kiriye.

-12'ê Cotmehê artêşa TC'ê dagirker piştî ku dehma Kato Ortê ya qada Kato Marînos a Qada Botanê bi balafirên şer bombe kiriye, operasyoneke berfireh daye destpêkirin.  Ev operasyona dagirkeriyê 14'ê Cotmehê beyî ku encamekê bistîne vekişiyaye.

-18'ê Cotmehê saet di navbeyna 23:45-00:30'a de li Tabûra Ereban a herêma Avaşînê û li qada Mervanos tevgera helîkoptêran çêbûye.

-18'ê Cotmehê saet di navbeyna 23:45-00:30'an derdora gundên Serarû û Deşîşê yên nehyaya Kanî Masî ya navçeya Amediyê ji qereqolên ser sînor bi obûs û hawanan hatiye bombekirin.

-19'ê Cotmehê saet di navbeyna 11:00-13:00'an de qada Şehîd Rûstem a herêma Zapê bi çekên giran hatiye bombekirin.''