Gerîla derbeyên giran li artêşa Tirk dixin: Herî kêm 36 leşker hatin kuştin

Gerîlayan li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê li dijî artêşa Tirk çalakiyên berfireh li dar xistin, derbeyên giran lê dan. Di çalakiyên gerîlayan de herî kêm 36 leşker hatin kuştin.

Gerîlayan li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê li dijî artêşa Tirk çalakiyên berfireh li dar xistin, derbeyên giran lê dan. Di çalakiyên gerîlayan de herî kêm 36 leşker hatin kuştin, gelek çek jî hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê destnîşan kir ku li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd, hêzên gerîlayên çalakiyên berifeh li dar xistine.

GERÎLA ÇÛ SER CENAZEYÊ 17 LEŞKERAN

HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de 24’ê Tebaxê saet 10.00’an hêzên gerîlayan li dijî girekî ku artêşa TC li derdora gundê Qilêdarê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê girtine, çalakiyek berfireh li dar xistin.
HPG’ê têkîldarî detayên çalakiyê ev gotin;
Hêzên me ji du baskan ketin gir, ji mesafeyek nêz ve bi çekên nîv otomatîk û ferdî, ji 12 çeperan 11 heb bi temamî îmha kirin. Gelek çeper jî bi bombeyan kirin hedef û gerîlayên me çûn ser cenazeyên 17 leşkeran. Li gelek çeperan şewat derket, ji tevahî çeperan çek nehatin rakirin, dîsa qasî ku hatiye tespîtkirin jî 21 leşker birîndar bûne.
Di encama çalakiyê de çekên ku ji ser leşkeran hatin rakirin wiha ne;
5 çeka G-3
1 çeka BKC
1 Termal û miqtarek amûrên leşkerî.
Piştî çalakiyê artêşa TC li giştî qadê operasyona daye destpêkirin. Piştî çalakiyê têkîliyên me bi gerîlayekî me re qut bûye.”

LI RÊYA FARQÎN-PASÛRÊ KONTROL

HPG’ê diyar kir ku 22’yê Tebaxê saet 08.00’an gerîlayan rêya Farqîn-Pasûr ên Amedê xistin bin kontrolê û got; “Dema çalakiya kontrolkirina rê, di wesayîtekê de kontrayekî xwînmij hate tespîtkirin. Ev kontraya hewl da bireve, li ser vê gerîlayên me gule lê reşandin û ev kes bi birîndarî ji herêmê reviya. Navê kontrayê ku bi birîndarî reviya Erhan Koçaga ye.”

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

LI DARA HÊNÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“24’ê Tebaxê danê êvarî saet 18.05’an hêzên me ji du baskan ve li dijî Qereqola Sûveren a girêdayî navçeya Dara Hênê çalakî li dar xistin. Baskê yekem, tank û leşkerên li ser kirin hedef. Li vir bi zelalî leşkerek hate kuştin. Baskê duyemîn jî nîzamiye û avahiya qereqolê da ber xwe. Qasî ku bi çav hate dîtin leşkerekî din jî hate kuştin. Hejmara mirî û birîndaran li vir zêde ne, lê nehatin zelalkirin.

MABEYNA GERÎLA Û LEŞKERAN DE ŞER

23’yê Tebaxê artêşa TC li qada Bezik a girêdayî navçeya Qisleyê operasyonek dabû destpêkirin. Helîkopterên Kobra ketober li eraziyê dan, danê êvarî saet 19.00’an balafirên şer heman qad bombe kirin. Li vê qadê mabeyna yekîneyek gerîlayên me û leşkerên ku tevlî operasyonê bûne de şer rû da.
3 roj in, operasyona li derdora Qisleyê dewam dike. 24’ê Tebaxê saet 00.00’an helîkopterên Skorsky li derdora girên Hengirwan û Hakîsê leşker danîn. Piştre jî helîkopterên Kobra ev qad kirin hedef. Ev operasyona Geliyê Xarçikê jî digire nav xwe.

LI ÇEWLIKÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

20’ê Tebaxê artêşa TC li qada Kizilagaç a girêdayî navçeya Kanîreş a Çewlikê operasyonek dabû destpêkirin. Artêşa TC xwe li qûntarên Batûwa, Koordîne û Kara Cehennem bi cih kirine. Hêzên me 23’yê Tebaxê saet 10.00’an li baskekî operasyonê da û 4 leşker kuştin. Heman rojê saet 13.30’an balafirên şer qad bombe kir. 24’ê TEbaxê dema leşkeran hewl dan bikevin daristana Kizilagaçê, gerîlayên me çalakiya sabotajê li dar xistin û li vir 2 leşkerên din jî hatin kuştin. 25’ê Tebaxê operasyon bi qismî vekişiya, li hin qadan jî operasyon hê dewam dike.
21’ê Tebaxê saet 23.30’an li gundê Aricilar ê girêdayî navçeya Sancak a Çewlikê, dema komek gerîlayên me diçûn wezîfeyê bi leşkerên artêşa TC re hevrû bûne û şer rû daye. Di şer de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin; bi 2 gerîlayên me re têkîliyên me qut bûne. Her ku têkîldarî bûyerê agahî hatin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

LI TETWANÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

24’ê Tebaxê saet 12.30’an gerîlayên me yên YJA Starê li dijî leşkerên qereqola Birikar a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê 2 çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di çalakiyan de leşkerek mir, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi çekên giran li eraziyê da û şewat derket.

BALAFIRÊN ŞER SASON BOMBE KIRINI

24’ê Tebaxê saet 17.30’an qadên Çiyayê Biçûk û Çiyayê Mezin ê girêdayî qada Sason a Êlihê ji hêla balafirên şer ên TC hatin bombekirin. Ji ber bomberdûmanê agir bi eraziyê girtiye.

GERÎLAYÊN YJA STARÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ LI DAR XISTIN

25’ê Tebaxê saet 09.00’an artêşa TC hewl da xwe li mintiqayên Deriyê Berroja û Deriyê Meydana yên girêdayî qada Besta ya Şirnexê bi cih bikin. Li ser vê gerîlayên me yên YJA Starê çalakiya sabotajê li dar xistin û 4 leşker hatin kuştin.
24’ê Tebaxê saet 14.00-17.00’an gerîlayên me yên YJA Starê li ser rêya Şirnex-Navyana Şêxanê çalakî li dar xistin. Hêzên me nasname kontrol kirin û têkîldarî pêvajoyê gel agahdar kirin. Dema çalakiyê de tevî hişyariyê jî wesayîtek nesekiniye û hêzên me bi çekên ferdî li vê wesayîtê dane.

BI ÇEKÊN GIRAN ÇALAKÎ

24’ê Tebaxê saet 11.45’an û saet 16.00’an hêzên me li dijî girê Genîş ê girêdayî qada Şemzînan a Colemêrgê bi çekên giran çalakî li dar xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.
18’ê Tebaxê artêşa TC li qadên Şapatan, Soranser û Bêtkarokê operasyonek dabû destpêkirin. 20’ê Tebaxê saet 12.00’an hêzên me li dijî yekîneya leşkerî ya li Qirika Seraroyê çalakî li dar xistin. Ji mesafeyek nêz ve leşker hatin hedefkirin û 4 hatin kuştin. Operasyon, 23’yê Tebaxê vekşiyaye.

LI ÇELÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

24’ê Tebaxê saet 08.20’an, demak komek leşker li hewşa qereqola Êrîş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê kom bûn, çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de ku bi çekên giran pêk hat, 2 leşker hatin kuştin.

LI ORDÛYÊ GERÎLAYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

19’ê Tebaxê ber bi danê êvarî, di operasyonan de ku artêşa TC li derdora gundê Harûniye ya girêdayî navçeya Golkoy a Ordûyê li dar dixe, bi leşkerean re şerekî demkurt qewimiye. 21’ê Tebaxê di şer de ku mabeyna yekîneyek gerîlayên me ku li wezîfeyê bûn û leşkeran de pêk hat, gerîlayekî me şehîd ketiye. Nasnameya hevalê me yê şehîd wê piştre bê ragihandin.

LI NÊZÎ GUNDÊ REZANÊ OPERASYON

22’yê Tebaxê artêşa TC li nêzî gundê Rezan ê di navbera Colemêrg û Wanê de operasyonek daye destpêkirin. Operasyon, 23’yê Tebaxê bêencam vekişiyaye.

POLÎS Û CERDEVANAN LI HEV DAN
Li qadê Hotê ya di navbera Mêrdînê û Mehsertê de mabeyan cerdan û polîsên Tirk de şer qewimiye û li vir cerdevanek miriye, polîsek jî birîndar bûye. Medyaya şerê taybet vê bûyerê berevajî dike, hewl didin wek şerekî navbera hêzên me û cerdevanan de bidin nîşandan. Rûyê vê bûyerê yê rast ew e ku xwe bi xwe ketine hev.”