Gelo amadekarî ji 'operasyona derveyî sînor' re tê kirin?

Artêşa Tirk tank û çekên giran dişîne qereqolên li ser sînor ên li Şirnexê. Tê gotin, ev sewqiyat ji bo amadekariya ji 'operasyoneke derveyî sînor' tê kirin.

Li Şirnexê, ku di dema dawî de operasyonên leşkerî lê zêde bûne, leşker û çekên giran sewqî ser sînor tê kirin. Dewleta Tirk, di nava mehekê de zêdeyî 300 tank, çekên giran û gelek alavên leşkerî bir cihekî nêzî Deriyê Sînor ê Xabûrê.

Li gorî agahiyan, çekên giran ên li vê derê, car carna li bejahiya çiyayên Cûdî û Gabarê di operasyonan de tên bikaranîn. Hat ragihandin, artêşa Tirk di dema dawî de gelek yekîneyên leşkerî şandiye kampên xwe yên li Başûrê Kurdistanê.

Wekî din, liv û tevgera leşkerî ya li navçeya Qilaban a Şirnexê, ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye zêde bû. Li gelek herêmên sînor, nuqteyên demkî yên leşkerî û cerdevanan hatine avakirin. Her wiha gelek tank sewqî herêma Heftanînê hatine kirin. Di dema dawî de çekên giran sewqî Qereqola Sînor a Beton Pinar, Qeşûra û qereqolên li dora gundê Roboskî hate kirin.