FLAŞ

Gelek sivîl ji Minbicê hatin rizgarkirin

Bi qasî hezar sivîlên li navenda bajarê Minbicê ji aliyê DAIŞ'ê ve weke mertalên zindî dihatin bikaranîn, hatin rizgarkirin. Ev sivîl niha li herêmên ewle ne.

Çeteyên DAIŞ'ê yên li Minbicê hatine dorpêçkirin, sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku derbên giran li çeteyan dixin, ji korîdora ewlekariyê sivîlan rizgar dikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bi destxistin, bi qasî hezar sivîlên li taxa El Keclî ji ber gefa DAIŞ'ê asê ma bûn, hatin rizgarkirin. Şervanan sivîl birin herêmên ewle.