Gelê Rojhilatê Kurdistanê ji bo Bakur daket qadan

Gelê Kurd li rojhilatê Kurdistanê, duh carek din ji bo xwedîderketina li berxwedana bakurê Kurdistanê daket qadan. Çalakî tevî astengî û êrîşên hêzên rejîma Îranê jî, li gelek bajaran hatin lidarxistin.

Hejmarek ji çalakvanên sivîl biryar dan ku duh li 13 bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk meş û çalakiyan lidar bixin. Lê çend saet beriya çalakiyan, ev bajar ji aliyê hêzên rejîmê Îranê ve hatin dorpêçkirin.

Hat zanîn ku li bajarê Kirmaşanê - Ciwanroyê, hêzên rejîmê ji bo rê li çalakiya gel bigirin, çalakvanek girtine û ji bo ku gel çavtirsandî bikin, avêtine er malan.

Dîsa li Kirmaşanê, rêyên hatin û çûnê ya ji bo qada civîna gel hat girtin û heta saetên şevê bajar hate mîlîtarîzekirin.

Li bajarê Îlamê jî, hêzên rejîmê parka, ku biryar bû civîna gel lê pêk were, bi temamî dorpêç kirin û rê li civîna gel hat girtin.

Li bajarê Sine jî tevî astengiyan, meşa bi pêşengiya Dayikên Aşitiyê, gihişt qada Iqbal a li navenda bajêr. 

Li vê derê polîsên sivîl bi ço êrişî gel kirin û xwestin çend kesan bigirin,, lê dayikan rê neda vê yekê.

Gel bi siloganê ´Bijî berxwedana bakûr´ bersiv da êrîşên rejîmê.

Hat zanîn ku ji bo çavên gel bê tirsandin, bi qasî 20 kes hatine girtin û 2 ji çalakvanan Hîwa Kemanger û Cehangir Wekîlî, şandine girtêgehê.

Ev astengiyên rejîma Îranê weke nîşaneyeke din a piştevaniya bi komkujiyên AKP'ê re hat nirxandin. 

Tevî êrîş û astengiyên rejîmê jî gel li bajarê Serdeşt û piraniya parêzgeha Ûrmiye, bi şêwazên cûr bi cûr gotin; bakur em bi te re ne!

Ji aliyê din kampanya 'Berxwedan Jiyane', bi tevlîbûnên zêde ya gelê Rojhilat didome. 

Vê carê zarokê rojhilat ji zarokên bakur re gotin 'em bi we re ne'.  

...