BI DÎMEN

Gelê Reqayê şervanan bi kêfxweşî pêşwazî dike

Operasyona dorpêçkirina Reqayê dewam dike. Gundî alîkariyê didin şervanan, ku wan ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar dikin.

Di qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de, piştî ku baskên Bîr Heba û Mekmenê gihîştin hev, operasyonên paqijkirina gundan dest pê kirin û ev operasyon bi rengekî serketî dewam dike.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li gundên ku çeteyên DAIŞ'ê mayîn lê bi cih kirine, bi hesasiyeteke mezin operasyonê dimeşînin. Şervanên QSD'ê li her gundî bi germî û kêfxweşî tên pêşwazîkirin. Şêniyên herêmî jî alîkariyê didin şervanan, ku cihên çeteyên DAIŞ'ê xwe lê veşartine û cihên mayinkirîn e, tespît bikin.

Li her gundê ji bermayiyên DAIŞ'ê tê paqijkirin, gundî bi coş û kêfxweşiyeke mezin pêşwaziya şervanan dikin, çay û avê didin wan.

Gundî dibêjin, "We em ji vê belayê rizgar kirin. Êdî qediya, DAIŞ wê careke din nikaribe vegere."

Gelek ji ferdên malbatêng undiyan ya li Reqayê yan jî li Dêra Zor dijîn.