Gelê Qamişlo, dagirkirina dewleta Tirk protesto kir

Qamişloyiyan dagirkirina dewlata Tirk protesto kirin, bang li her kesê kir ku piştgirî bidin QSD’ê û YPG’ê.

Bi hezaran Qamişloyî, ji bo dagirkirina dewleta Tirk û çeteyan a Cerablûsê protesto bikin, li Taxa Enteriyê kom bûn.

Girseyê,li gel alên YPG/YPJ’ê û ala TEV-DEM a ku 30 m dirêj meşek girseyî li dar xistin.

Di çalakiyê de azadiya Ocalan hate qirkirin, di çalakiyê de Hevseroka Meclîsa Gel a Qamişlo Şemsîxan Gulo axivî û wiha got: “Em li gel keç û xortên xwe yên YPG/YPJ û QSD’ê ne. Ew şervan di germahiya vê havînê de xak û gelê xwe diparêzin.”

Gulo, dagirkeriya Tirkiyeyê ji xaka Rojava û Bakûrê Sûriyeyê re şermzar kir û li hemberî bêdengiya navneteweyî ya li dijî dagirkeriyê jî bertekê nîşan da û wiha anî ziman: “Li ser navê gelê bajarê Qamişlo, dayîk û bavên şehîdan wekî daxwazeke mirovahî em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bêdengiya xwe derkeve û li hemberî komkujî û kiryarên dewleta Tirk bisekine. Divê piştgiriyê bidin hêzên me yên şerê terorê dikin da ku aştî, demokrasî û biratiya gelan li herêmê pêk were.”

BANGA PIŞTGIRIYÊ BIDIN QSD’Ê Û YPG’Ê

Hevserokê Mala Gel a Taxa Xerbî Mihemet Şêxmûs jî wiha axivî: “Bi germahiya vê mehê û şoreşa Roajva em gelê xwe û şervanên xwe yên li eniyên şer,silav dikin.”

Şêxmûs destnîşan kir ku Erdogan “Bi dagirkirina bajarê Cerablûsê di xewa ku hemû Rojhilata Navîn bixîne di bin destê xwe de ye.” Şêxmûs daxwaz kir ku li dijî dagirkirina tevahî gelên Sûriyeyê piştgirî bidin QSD’ê û YPG’ê.