Gelê Nisêbînê dest bi meşê kir

Li Nisêbînê, qedexeya derketina derve di roja 13. de dewam dike. Gelê Nisêbînê ji bo şermezarkirina qedexeyê û protestokirina êrîşên hêzên dewleta Tirk, dest bi meşê kir.

Li Nisêbînê, qedexeya derketina derve di roja 13. de dewam dike. Gelê Nisêbînê ji bo şermezarkirina qedexeyê û protestokirina êrîşên hêzên dewleta Tirk, dest bi meşê kir.

Girseya gel a li kolana Ender a taxa Kişlayê civiya, dest bi meşê kir. Li gorî agahiyên ji navçeyê hatin wergirtin, girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan, êrîşên dewleta Tirk şermezar dike.

Li Nisêbînê, ji ber êrîşên di nava 13 rojan de hatin kirin, 9 sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

...