'Gelê Kurd wê faşîzma li ser karker û kedkaran bişikîne'

1'ê Gulanê Cejna Karkeran li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi çalakiyekê hat pîrozkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi sedan kes ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê li hev civiyan.

Çalakiyê saet di 09:00 de li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê destpê kir. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên "Ked cewher e, wateya afirandina jiyanê ye", "Bi keda azad ber bi mirovê azad ve, em xweseriya xwe ava dikin" û alên PKK, KCK, HPG, KJK û YPG hatin hildan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Meclîsa Şaredariya Wargeha Mexmûrê Fîlîz Bûdak daxuyaniya nivîskî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê rojeke gerdûnî ye, ku kedkaran bi ked û berxwedana xwe ya li dijî sîstemê û serdestan bi dest xistine. Têkoşîna gelê Kurd a bi nêrînên Rêber Apo û bi pêşengiya PKK'ê li dijî faşîzma Qesra Erdogan û zilma hikûmeta AKP'ê tê meşandin, wê bibe ronahiya hemû gelan. Gelê Kurdistanê wê faşîzma li ser kedkar û karkeran bişikîne. Têkoşîna demokratîk a li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya YPS'ê tê meşandin, berhemeke hewldana azadiyê ya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Li ser vê bingehê, weke karker û kedkarên neçar mane dûrî cih û warên xwe bicihîn, em 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê li hemû karker û kedkaran pîroz dikin û di têkoşîn û berxwedana wan de serketinê dixwazin."

Çalakî piştî xwendina daxuyaniyê bi dawî bû.