'Gelê Kurd wê di 16'ê Nîsanê de bersiva pêwîst bide'

Rêxistina DBP'ê ya Wanê, êrîşên li Xerabê Bava û betalkirina parlamenteriya Yuksekdag şermezar kir.

Rêxistina DBP'ê ya Wanê, li ser êrîş û dorpêçiya li gundê Xerabê Bava û betalkirina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, civîneke çapemeniyê lidar xist. Civîn li avahiya partiyê ya bajêr pêk aht û Hevserokên HDP-DBP ên bajêr, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, rêxistinên bajar û navçeyan û gel amade bûn.

Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun li vir axivî û got, "Ew kesên ku bi gotina 'xwişk û birayên min ên Kurd ên HDP'yî' dengan ji gelê Kurd dixwazin, li bajarên Kurdan şerê tinekirinê dimeşînin. Ev 10 roj in destûr nayê dayîn parlamenterên me, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û hiqûqnas biçin gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê. Em dizanin ku li wir komkujiyek heye, lê belê baş nizanin be çend kes hatine înfazkirin û binçavkirin. Ya ku li Sûr, Roboskî, li jêrzemînên avahiyên Cizîrê hat kirin, niha li Xerabê Bava tê kirin."

Aygun bibîr xist, ku gundê Xerabê Bava di her serdemê de li dijî zilm û zordariyê li ber xwe daye û bi vî rengî xwe parastiye.

'GELÊ KURD WÊ BERSIVA HEMÛYAN BIDE'

Aygun nerazîbûn nîşanî betalkirina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag da û destnîşan kir, ku ev yek nîşaneya şermê ye ji bo dewletê.

Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun diyar kir, AKP fatûreya polîtîkayên xwe yên li Iraq û Sûriyeyê têk çûn li gelê Kurd dibire û got, "Em bang li hikûmeta AKP'ê dikin, ku dest ji van polîtîkayên xwe berde. Yên ku bi MHP'ê re tifaq kirine, bi gotina 'eger 'erê' bi ser bikeve wê çareserî pêk were' hewl didin bi dizî Kurdan bixapînin. Yên ku xwe bi vê yekê dixapînin, wê bersiveke gelekî gigran di 16'ê Nîsanê de ji gelê Kurd bibînin."