BI DÎMEN

'Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ve komplo pûç kiriye'

Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji ANF’ê re nêrînên xwe anîn ziman.

Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji ANF’ê re nêrînên xwe anîn ziman. 

Ji gerîlayan Tirêj Berfîn diyar kir ku hêzên komploger neçar man tevgera azadiyê û gelê kurd muhatap bigirin. Di dewama axaftina xwe de Berfîn got, "Komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de 17 salên xwe tijî kiriye, wê bikeve sala 18. Kesên ku di vê komployê de cih girtine em wan hemûyan şermezar dikin. Di rastiyê de îro komplo vala derketiye. Xwedî derketina felsefe, bîr û baweriya Rêber Apo ev komplo pûç kiriye. Dema ku komplo pêk hat, hem gelê kurd û hem jî hêzên azadiyê zêde ferqa vê de nebûn. Lê îro rastiya vê komployê, çima ev komplo li ser Rêber Apo hatiye meşandin, bi awayek vekirî derketiye holê. Hêzên ku ev komplo pêk anîn jî hatin asteke wisa ku êdî neçar man tevgera azadiyê û gelê kurd muhatab bigirin."

'ÎRO TI WATEYA KOMPLOYÊ NEMA YE'

Tirêj berfîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir, ku ku tevgera azadiyê tenê ne gelê kurd, herwiha namûsa kesên ku tevlî komployê bûne jî parast. Berfîn got, "Gelê kurd û tevgera azadiyê bi têkoşîna xwe ve bi taybet li Kobanê tenê ne maf û namûsa kurdan, namûsa kesên ku tevlî vê komployê bûne jî parast. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê ez di vê baweriyê de me ku gelê me vê rastiyê di dilê xwe de dijî. Komploya navneteweyî vala derketiye û bi azadkirina Rêber Apo ve jî dixwaze vê temam bike. Îro tê xuyakirin ku gelê Kurdistanê, bi taybet Rojava û Şengal bi xwesertiyên ava kirin re di rastiyê de komplo ji holê rakirine. Komplo bi vî awayî ve ti wateya xwe nema ye. Ji vir şûn de jî hem tevgera azadiyê, hem gelê kurd naxwaze bi vê komployê ve bijîn. Bi xwedî derketina li xwesertiyê, ev hemû wê bê pûçkirin. Ji bo vê gelê kurd jî amade ye. Sala 2016’an bi azadkirina Rêber Apo ve wê dawî li komployê bîne."

'KOMPLOGERAN ENCAMÊN XWESTIN BI DEST NEXISTIN'

Gerîla Cîger Sîîrt jî ragihand ku hêzên pêşengiya komployê kirin îro hewcewdarê Kurdan e û got, "Di despêkê de komploya ku di şexsê Rêber Apo de li hember gelê kurd û mirovahiyê pêk hat,  ez lenet dikim û hevalên ku di wê demê canê xwe dan, herwiha gelê me yên ku li hember vê komployê di têkoşînê de şehîd ketin bi rêzdarî bi bîr tînim. Komploya 15’ê Sibatê ji bo me û ji bo gelê me salek giran bû. Lê ev sal di heman demê de salên ku bi berxwedan û têkoşînê ve tijî bûn. Komplogeran encamên ku xwestin bi dest bixin,  bi dest nexistin. Her çiqas îro hê jî Rêber Apo li Îmraliyê be jî, lê di aliyê siyasî de, di aliyê civakî de û di aliyê pêşketina şoreşê de pêşketinên mezin pêk hatin. Di warê fîzîkî de be jî, eger hê jî Rêber Apo di wir de ye, ev me diêşîn e. Ev bi pêşketin û têkoşîna ku li Rojava hat meşandin, têkoşîna ku li hember tasviyekeran hat dayîn, li Bakur xwestin tasviyê pêk bînin. Bi têkoşîna  Rêber Apo û têkoşîna şehîdan re ev komplo vala hat derxistin. Îro di têkoşîna me ya tê meşandin de diyar e ku ev komplo çiqas serket an jî serneket. Di aliyê siyasî de çi encam girt an negirt ev diyar e. Di roja me ya îro de tê xuyakirin, ew dewletên ku di komployê de wek pêşeng cih girtin, wek DYA, wek Rûsya û hêzên din ên navneteweyî îro hewcedarê Kurdan bûne. Ev bi serê xwe vala derxistina komployê diyar dike. Di destpêkê de komplo bi çi zîhniyetê hat plan kirin û xwestin pêk bînin ev vala derket. Di aliyê zihnî de, di aliyê stratejîk û di aliyê siyasî de vala hat derxistin. Ev bi hêza fikrandinê ya Rêber Apo ve pêş ket."

'SALA 18. WÊ BIBE SALA AZADIYÊ'

Di dawiyê de Sîîrt diyar kir ku Rêbertiya wan di şertên Îmralî de fikrek nû da ava kirin û bi vê hêzê ve jî civakek afirand. Sîîrt wiha axaftina xwe bi dawî kir; "Di pêvajoya Îmraliyê de fikra  Rêber Apo derxist holê, metaryalên ku pêşxist ên wek paraznameyan amede kir û pê ve civakek nû ava kir. Ev diyar dike ku komplo pûç bûye. Di heman demê de di van salan de têkoşînek pir mezin hat dayîn. Hem ji aliyê gelê Kurd ve, hem jî ji aliyê hêzên demokratîk ve hat dayîn. Niha di roja me ya îro de jî AKP ku xwe weke hêza desthilatdariyê nîşan dide, bê guman piştî komployê bû îktîdar. Ew jî îro dixwaze komployê bidomîne. Niha dixwazin konsepteke tinekirinê bixin meriyetê. Lê ev konsept jî wê wek ên din têk biçe. Di vê mijarê de baweriya me ji gelê me heye. Her roj ji xwe gelê me di kolanan de hêza xwe ya berxwedanê datîne holê. Berxwedanek mezin dide meşandin. Gelê me komplo bi berxwedanê ve pêşwazî kir. Wê ev jî vala werin derxistin. Di vê sala ku komplo dikeve sala xwe ya 18. de em ê dîsa jî berxwedana xwe di asta herî jor de li hember her cure faşîzmê û li hember komplayan bidin meşandin û heya dawiyê vê têkoşînê bimeşînin. Em bi biryar in vê salê di warê fîzîkî de bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk bînin û di salên 99’an û salên din zêdetir têkoşînê bilind bikin û bikin sala azadiyê. Her wiha komployê bi her awayî vala derbixînin."