Gelê Geverê li dijî êrîşan li ber xwe dide

Polîsên Tirk ên duh bi şev bi wesayîtên zirxî êrîşî taxên Dize û Yeşîldere yên Geverê kirin, Hevseroka Meclîsa Gel Sîbel Çapraz û 2 ciwan bi çekê birîndar kirin. Çapraz hat emeliyatkirin, lê rewşa wê ya tenduristiyê hînê xetere ye.

Polîsên Tirk ên duh bi şev bi wesayîtên zirxî êrîşî taxên Dize û Yeşîldere yên Geverê kirin, Hevseroka Meclîsa Gel Sîbel Çapraz û 2 ciwan bi çekê birîndar kirin. Çapraz hat emeliyatkirin, lê rewşa wê ya tenduristiyê hînê xetere ye.

Li dijî hewldana komkujiyê ya li hemberî taxên wan hat kirin, ji 7 heta 70 salî bi hezaran kes daketin kolanan û li ber xwe dan. Lê belê polîsên Tirk bi bombeyên gazê û carna jî bi çekan êrîşî girseyê kirin. Di şerê li vir de derb li 2 wesayîtên zirxî hat xistin û tê gotin ku hin polîs jî mirin e. Li hemberî êrîşa polîsan, berxwedana gel dewam dike.

Li navçeya Colemêrg Geverê duh bi şev polîsan li dijî taxên Yeşîldere û Dizeyê bi dehan wesayîtên zirxî ve operasyon pêk anîn. 

Polîsan taxa Dize dorpeç kirin û bi şev seat de 03.00'an de rasterast êrîşî mal û bendan kirin. Di encama gulebaranê de Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz û 2 ciwan birîndar bûn. 

REWŞA BIRÎNDARAN GIRAN E

Li hemberî êrîşên dijwar, welatî di nava dengê çek û teqînan de li taxen Orman û Mezarlikê civiyan û ber bi herêma operasyonê ve meşiyan. Lê belê ji wesayîtên zirxî yên li kolanên navberê gule li gel hatin reşandin û di encamê de Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz û ciwanê bi navê Sefer Terzîoglû bi giranî birîndar bûn. Piştî mudaxleya destpêkê Çapraz û Terzîoglû bi wesayîteke sivîl rakirin Nexwşxaneya Dewletê ya Geverê û hatin emeliyatkirin. Hat ragihandin ku rewşa xetere ya Çapraz dewam dike û rewşa Terzîoglû jî ber bi başbûnê ve diçe. Hêzên dewletê yên ku êrîşên xwe yên li hemberî taxê dewam kirin, ciwanekî din jî ji milê wî ve birîndar kirin. Ciwanê birîndar, li taxê hat dermankirin. Li aliyê din nexweşxane ji aliyê bi dehan wesayîtên zirxî ve hatiye dorpêçkirin.

GEL LI DIJÎ ÊRÎŞAN LI BER XWE DIDE

Li hemberî hewldana komkujiyê, bi hezaran kes daketin kolanan, lê belê polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Girseya gel ji taxa Ormane ber bi dibistanê ve bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Geverê" û "Kurdistan wê li faşîzmê re bibe goristan" meşiya. Jinan ji vê meşê re pêşengî kirin. Berxwedana bi hezaran kesan ji 7 heta 70 salî dewam dike. Hêzên dewletê jî êrîşên xwe didomînin.

2 bendên bi êrîşa polîsan re hatibûn rakirin, ji aliyê gel ve careke din hat danîn.