Gelê Efrînê li dijî komkujiya li Enqereyê li ser piyan e

Welatiyên Kantona Efrînê daketin kolanan û komkujiya ku li Enqereyê pêk hat, şermezar kirin û kujer jî lanet kirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Efrînê û navçeya wê Raco bi armanca şermezarkirina komkujiya ku li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê pêk hat û tê de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan meş li dar xistin.

BAJARÊ EFRÎN

Di meşa ku li bajarê Efrînê pêk hat nûnerên Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), partiyên Kurdî, Meclîsa rêveber a herêma Şehba, dayikên aştiyê, saziyên civaka sivîl û bi dehan welatî beşdar bûn.

Meş ji Çerxeriya Newroz a bajarê Efrînê destpê kir. Beşdarên meşê pankartên “Wê gel hesab ji Erdoganê faşîst û kujerê aştiyê bixwaze. Bes e Erdogan, dawiya te nêz e. Welatiyên Kurd û Ereb ên Efrînê Erdoganê kujer şermezar dikin. Erdogan=DAIŞ=Teror” û gelek pankartên û wêneyên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye hilgirtin û dirûşmên ku kujeran şermezar dikin, berz kirin.

Beşdarên meşê heta Qada Şehîdan meşiyan. Li wir jî piştî rêzgirtinê li ser navê TEV-DEM’ê Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Mistefa Hesen, Rêveberiya Xweser Hevserokê Meclîsa Rêveber Osman Şêx Îsa, PYD’ê Fedîla Mihemd, pêkhateya Ereb Serokê Rêveberiya veguhastinê Welîd Selame, axivîn.

Di axaftinan de ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî hat xwestin. Di axaftinan de dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hate gotin ku ev kiryar li dijî aştî û demokrasiyê ne.

Axaftvanan destnîşan kirin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê û  Tirkiyeyê wê li dijî terora AKP’ê têkoşînê bidin meşandin.

NAVÇEYA RACO

Bi heman armancê welatiyên Navçeya Raco jî meşiyan. Bi sedan welatiyên navçeyê li pêşiya navenda tendirustiyê kom bûn. Welatiyan al û sembolên Kurdî û pankartên şermezarkirina kiryarên Erdogan û partiya AKP’ê hildan.

Meşvan ji pêşiya navenda tendirustiyê bi rê ketin û di bazara navendî ya navçeyê re derbas bûn. Meş di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên şermezarkirinê heta Qada Newroz ya navçeyê dom kir. Li Qada Newroz, endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Zagros Tolhildan axivî û bal kişand ser siyaseta hikûmeta AKP’ê ya li dijî gelê Kurd ê aştîxwaz û got: “AKP’ê bi van kiryarên xwe dixwaze ku gel bitirsîne da ku beşdarî hilbjartinan nebin. Temen çi dibe bila bibe, AKP’ê dixwaze ku 400 kursiya li parlamentoyê bi dest bixe. Tevî ku temenê wê xwînda sivîlan û hilweşandina Tirkiyeyê be jî wê AKP’ê bike.”

Meş bi dirûşmên silavkirina gelê Kurd ê Bakur û Rojvayê Kurdistanê bi dawî bû.