Gelê Dêrikê 'qedexeya derketina derve' nas nakin

Li Dêrikê, ku 'qedexeya derketina derve' di roja duyemîn de ye, şer û êrîş dewam dikin.

Li Dêrikê, ku 'qedexeya derketina derve' di roja duyemîn de ye, şer û êrîş dewam dikin.

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, 'qedexeya derketina derve' di roja duyemîn de ye. Elektrîka ku duh li bajêr hat qutkirin, îro hat. Li navçeya ku heta serê sibehê şer qewimî, girseya gel li kolanan çalakiyên protestoyî pêk anî. Saet di 11:00 de li kolana Turbe ya Taxa Kale teqîneke dijwar rû da.

Nûnerê ÎHD'ê Abdurrahman Kizilay diyar kir ku Qeymeqam ji wan re ragihandiye ku qedexe wê heta 'fermaneke duyemîn' neyê rakirin û da zanîn ku li bajêr dengê çekan tê.

TEQÎNA DIJWAR RÛ DA, GEL QEDEXEYÊ NAS NAKE

Kizilay got, "Danê sibehê teqîneke dijwar rû da. Dûre tîmên taybet bi çekên giran gule li taxan reşandin. Saet di 11:30 de li kolan Turbe ya Taxa Kale teqîneke gelekî dijwar rû da. Bi rêya parêzer em bi Qeymeqam re axivîn, ji me re got ku wê heta fermana duyemîn qedexe neyê rakirin. Der barê mirî û birîndaran de heta niha di destê me de ti agahî nîne. Gelê Dêrikê ji xwe ji destpêkê ve qedexeyê nas nake."