Foza Yûsif: Li herêmê sîstema netew dewletiyê têk çûye

Endama Komîteya Amadekar a Platforma Nîqaşa Demokratîk Foza Yûsif: Li herêmê pergala netew-dewletiyê têk çûye û hatiye qonaxa dawiyê. Lê hêzên navnetewî û herêmî vê sîstemê li ser gelê herêmê ferz dikin.’’

Foza Yûsif di Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê got “Pirsgirêka me ya bingehîn tunebûna demokrasiyê ye. Li Sûriyeyê şerê sêyemîn ê cîhanê ango şerê hegomoniyê tê meşandin. Eger em dest bidin hev û bibin yek wê tu hêzeke cîhanê nikaribe me bişkîne.”

Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê ku vê sibehê li bajaroka Rimêlan a Kantona Cizîrê bi beşdariya gelek hêzên siyasî yên opozîsyona Sûriyeyê destpê kir, dewam dike. Piştî deqeya rêzgirtinê Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî bixêrhatina beşdar û mêhvanan kir û axaftina destpêka platformê ji aliyê Endama Komîteya Amadekar a Platforma danûstandinên demokratîk ên Sûriyeyê Foza Yûsif  kir.

Axaftina Foza Yûsif wiha ye;

“Beriya her tiştî bi navê hêzên ku ev platform amade û  birêxistin kirin, ez bixêrhatina hemû mêhvan û beşdaran dikim û ji bo qebûlkirina we ji vexwendina me re em we spas dikin. Ez dixwazim li pêşiya cenabê we ji bo bîranîna şehîdên ku ji bo vê kêliya azad û aram ji me re pêk bînin, hemû tiştên giranbûha bejna xwe bitewînim. Dîsa bi navê xwe û hem lehengên ku pîroziyên me ji dijminên mirovahiyê diparêzin, ez silavên xwe pêşkêş dikim û dibêjim ji bo em layîqî fedakariya wan werin em ê her tiştî bikin.”

Em niha di rewşeke dîrokî û dijwra de Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê lidar dixin. Li herêmê şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin û navenda vî şerî xaka me û welatê me ye. Tevî 5 salên aloziya Sûriyeyê lê mixabin hetanî niha tu çareserî ji bo êş û azarên gelê me nehatiye peydakirin. Helbet ev yek girêdayî polîtîkayên bê fayîde yên li dijî gelê Sûriye û pêkhateyên wê ne. Polîtîkayên ku kesên navê Dostên Sûriyeyê li xwe dikin, tenê polîtîkayên birêvebirina aloziyê bi aloziyê ne.

Şerê li herêmê û taybet li Sûriyeyê şerekî hegomonîk e, hêzên ku li Sûriyeyê şer dikin ne ji bo berjewendiyên gelê Sûriye, lê belê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin. Tu projeyên çareseriyê di destê wan de tune ne, lê belê dixwazin rewşê li gorî eyar bikin. Ev jî dibe sedema ku bobelatên mezintir çêbibin. Ev şerekî xwînmijiyê ye.

Li herêmê sîstema netewdewletê hilweşiyaye û gihiştiye qonaxa dawî, lê dîsa jî hêzên navneteweyî û herêmî dixwazin vê sîstema dijberî berjewendiyên gelan ferz bikin. Dixwazin dîsa jî ne çaretî û tiştên berê me jiyan kiriye bi serê me de bînin.

Ji derveyî hêzên ku beşdarî projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê bûne, hêzên din an li gorî berjewendiyên derve yan jî li gorî hişmendiyeke paşverû û faşîst tev geriyane. Bi vê yekê ew û rêjîm bûne ruyên yek mîdaliyê. Hin hêzên din jî hene dixwazin guhertinekê pêk bînin, lê ew jî alternatîfeke din di destê wan de tune ye. Rêjîma Sûriye û îtîlafa Sûriye, her wiha hin hêzên li hundir û derve ku navê opozîsyonê xwe dikin wekî meymûnanan tev digerin, dibêjin ez nizanim, min nedît û min nebihîst. Dagirkeriya Tirkiyeyê ji herêma Cerablus û Ezaz vê rastiyê baştir derdixe holê. Hemû hêz dizanin ku aramca Tirkiyeyê ne tunekirina DAIŞ’ê, lê parçekirina xaka Sûriyeyê ye û tevlîkirina di nava xaka xwe de ye. Her kes dizane ku Tirkiye dixwaze dawiyê hêvî û daxwazên jiyana hevbeş a pêkhateyên Sûriyeyê bîne. Wan li pêşiya vê xeteriya li ser pêşeroja Sûriyeyê wekî gel û welat, tu bertek jî nîşan neda. Ez dixwazim bêjim wan bi vê yekê maske li ser ruyê wan rakir û rastiya ruyê xwe nîşan dan.

Li gorî van rastiyan mirov dikare bibêje ku hêzên siyasî yên beşdarî avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakûrê Sûriyeyê bûne û hermên xwe parastine û hin hêzên din ên opozîsyonê ku li gorî berjewendiyên derve tev negeriyane tenê ew li gorî stratejiyeke niştîmanperwerî, welatparêzî, demokratîk û rast meşiyan. Van hêzan ji destpêkê ve rewşa siyasî bi awayekî durist lêkolîn kirin, li şûna ku xwe bispêrin hêzên derve xwe spartin hêza gel û wan jî baş dizanîbû ku jinûve tamîrkirina dewleta neteweyî tu encaman bi xwe re nîne û pêwîstî bi avakirina sîstemeke siyasî, civakî û rêveberî ya nû heye. Ev hêz li gorî feraseta Neteweya Demokratîk û pêşxistina Rêveberiya Xweser tev geriyan û ev yek jî di di şoreşa Sûriyeyê de bû qonaxeke. Beşdariya pêkhateyan bi awayekî dilsoz û wekhev hişt ku alternatîfeke nû were avakirin û dûrî nijaperestî, olperestî û zayendperestî ketin. Eger herêmên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê herêmên herî bi ewle ne û nirx û hebûna xwe parastine, sedema wê jî vedigere felsefe, exlaq û feraseta siyasî ku xwe li ser digrin. Bêyî hêza baweriya bi Neteweya Demokratîk û jiyana azad, wê şervanên azadiyê nikarîbûna li pêşiya êrîşên herî dijwar ku mirovahiyê wê nas kiriye, li ber xwe bidin.

Wekî gelê Sûriye û hemû gelên herêmê pirsgirêka me ya sereka tunebûna demokrasiyê ye. Çanda paşguhkirin û çavlêgirtinê ketiye damarên me. Em bi qasî ku bûne qurbaniya kiryarên rêjîma El-Baas ku derheqê me de komkujiyên siyasî û çandî pêk aniye, em di heman demê de bi vê çandê bi bandor jî bûne. Em hê jî ji qeydên li ser mêjî û rihên me, rizgar nebûne. Me hêza xwe ya guherkirin û qebûlkirina nerînên din jî winda kiriye, her wiha hêza me ya wijdanî jî winda bûye. Em bûne bi çavên xeyrî xwe dibînin, bi zimanê xeyrî xwe daxivin û bi guhên kesên din guhdar dikin. Tengbûna hişmendî û baweriyê bûye tiştekî ku em jê re sicûd dikin bêyî ku em zanibin. Ji be vê yekê pêwîstiya me bi hevfamkirinê heye. Di van 5 salên dawiyê de Sûriyan li her kesî guhdar kir, lê bi hev re danûstandin nekirin û li hev guhdar nekirin.

Dibêjin her gîhayek li ser koka xwe şîn tê. Sedema sereke ya berdewamiya vê aloziyê ew e ku şoreş ne li ser damarên xwe dijî û ji bo çareseriyê berê xwe didin rûpelên Cinêv û Brukselê. Xezîneya ku mirov winda dike, divê li cihê ku winda kiriye, lê bigere. Tevî ku me maf û azadiya xwe li vir winda kiriye, em diçin deverên din ên cîhanê lê digerin. Ev şaştiyeke mezin ku hêzên siyasî kirine û mixabin hê jî ev şaşîtî didome. Em dixwazin bi riya çalakiyên bi vî rengî kêmekî danûstaninên Sûrî-Sûrî pêş bixin bêyî ku zexteke derve. Dibe ku ev gaveke biçûk be, lê riya herî dirêj jî bi gavekê destpê dike. Dibe ku di nerîn û pêşniyaran de cudahî hebe, lê em jibîr nekin ku bêyî nîqaş û gotûbêjan em nikarin bigihêjin nuqteyên hevbeş.

Ji ber ku ev welat û pêşerojeke xweşik ku li gorî layîqî cangoriyên me be, pêwîstiya bi aqil, rih û hestewariyeke hevbeş heye. Pêdiviya me bi nerîneke nû û xeweke nû heye. Ji ber vê yekê beriya her tiştî divê em ji hev re vekirî bin. Divê em teng nemînin û hev fam bikin. Wekî gel û pêkhateyên vê xaka pîroz em îro li pêşiya ezmûneke dîrokî ne. Em her roj qurbaniyên giranbuha didin. Ji bo em dawiyê li vê trajediyê bînin û li hemberî wêrankerî pêşeroja xwe bînin, divê em bi hev re bisekinin. Ji bo sîstemeke ku hemûyan di nava xwe de wekî hebên tizbiyê bi awayekî wekhev di nava xwe de bigre, em kar bikin. Divê kes dawiyê li taybetmendiyê yên din neyîne, her yek bi taybetmendiyên xwe. Eger me xort û keçên xwe kirina qurbanî, ew ne ji bo nijadperestî, olperestî, mezhebperestî û zayendperestiyê ye. Ev qurbanî hemû ji bo nasname, çand û vîn werin parastin hatin dayîn. Ji ber vê çendê ji me tê xwestin ku em li çareseriyeke giştî ya topyekûn û sîstemeke demokratîk ku azad û dadweriyê bicih bîne, bigerin. Em netirsim ku qalibên xwe yên berê bişkînin û em ji bo çareseriya herî baş û durist kar bikin. Em baş bawer dikin ku eger em ji pêşdarazayên xwe yên berê xelas nebin, em ê nikaribin çareseriyên objectîf peyda bikin. Em ji pirsan netirsin, divê em çawa bi awayekî hevpar bijîn? Ji kuderê û çawa destpê bikin?. Ez bawer dikim ku eger em karibin bersivên baş ji bo van pirsan deynin em ê bikaribin gavekê ber bi çareseriyê ve bavêjin.

Di Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê em li ser 4 xalên sereke bisekinin: Rastiya dewleta neteweyî, Neteweya Demokratîk, Tecrûbeya Rêveberiya Xweser û Sîstema Federaliya Demokratîk. Eger em van her çar xalan baş nîqaş bikin em ê karbin baş rastiya naveroka sîstema Federaliya Demokratîk ku em wê wekî çareseriya herî guncaw dibînin, fam bikin. Em ê her wiha bêhtir bikaribin rewşa siyasî li Sûriyeyê analîz û şîrove bikin û bi xurtahî li hemberî gelek zehmetiyan bisekinin.

Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku em li hember berpirsyartiyeke dîrokî ne. Birîna me bi kul e û li hêviya derman e. Ji me pêleke nû û zayîneke nû tê xwestin. Xeterî pir mezin in, lê derfetên serkeftinê mezintir in. Tenê bi israra avakirin û ne teslîmgirtina li hemberî zehmetiyan ev yek pêk tê. Me li Kobanê, Minbic û Hesekê tirs şikand û tiştên herî zehmet pêk anî. Eger bi gel û pêkhate em destê xwe bidin hev tu hêzeke cîhanê nikare me têk bibe.

Careke din ez we hemûyan silav dikim û hêvî dikim ku em demek tijî azadî, wate û heqîqet bi hev re derbas bikin. Bijî yekîtiya Gelan, şehîd namrin.”

Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê bi gotûbêjên li ser xala yekemîn “Netewdewlet û encamên wê li ser gelê Sûriyeyê”, dewam dike.