Fermandarê Hêzên Parastina Xabûrê Cîndo hat oxirkirin

Cenazeyê Fermandarê Parastina Xabûrê Cîndo piştî merasîma leşkerî hat defnkirin.

Cenazeyê Fermandarê Parastina Xabûrê Dawid Cîndo ê 21’ê Nîsanê li ser rêya Til Temir di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, îro piştî merasîmeke leşkerî li Goristana Suryaniyan a li Mişerfe hat defnkirin.

Cenazeyê Cîndo piştî wecîbeyên olî yên li Dêra Asûriyan a Hesekê, bi merasîmeke bi tevlîbûna sedan kesan ku di nav wan de ji rêveberiya Kantona Cizîrê Elizabet  Gewriye, Ekrem Mahşuş, Hevserokê Mafê Mirovan a Kantona Cizîrê Senherif Barsum, Wezîrê Aboriyê  Siham Kiryo, Wezîrê Malbatên Şehîdan  Rêzan Gulu, rayedarên PYD’ê, Mala Êzîdî û welatiyên Kurd, Asûrî, Ereb, Suryanî amade bûn.

Di axaftinên merasîmê de hat diyarkirin ku DAIŞ dijminê hevpar ê gelan e.

...