BI DÎMEN

Fermandarê Gerîla yê Kerkûkê: Em ê parastina gelê xwe bidomînin

Ji Fermandarên Gerîla yê Eniya Kerkûkê Cûdî Şoreş diyar kir ku wê li her derê wezîfeya parastina gelê xwe bi cih bînin, got îro li dijî êrîşan bi pêşmergeyan re di parastin û şer de cih girtine.

Şoreş destnîşan kir ku gundê Karatepe yê girêdayî Kerkûkê bi hev re rizgar kirine, ragihand ku niha du cihên li navenda Kerkûkê di dest çeteyan de ne. Şoreş anî ziman ku wê ji bo rizgarkirina van navendan têkoşîna xwe bidomînin.

Ji Fermandarên Gerîla yê Eniya Kerkûkê Cûdî Şoreş der bir ku dema çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gundên Newafil, Karatepe û navenda bajarê Kerkûkê êrîş li dar xist demildest ketine nav tevgerê, diyar kir ku çete hewl didin bi van êrîşan ve operasyona Mûsilê pûç bikin.

Şoreş têkîldarî êrîşên li Kerkûkê ev agahî parve kirin; “Çawa hayê me ji êrîşan çêbû, hem li gundê Karatepe hem jî li deverên din me û pêşmergeyan bi hev re dest bi berxwedanê kir. Gundê Karatepe bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. Dîsa li Dibizê jî êrîş hatin pûçkirin. Niha li navenda Kerkûkê şer didome.

Li nêzî kelha Kerkûkê û taxa Dûmisê li dijî van êrîşan gerîla û pêşmerge bersivê didin. Wek gerîla, ji bo parastina gelê xwe yê Kerkûkê em li vir in, me pozîsyona xwe ya parastinê li dijî vê êrîşê jî ava kir, vê berpirsiyariya xwe em ê ji niha û şûn de jî bi cih bînin. Divê her kes vê wisa bizanibe. Her çiqasî niha şer dewam bikin jî ez dikarim bêjin însiyatîf di dest hêzên Kurdan de ye.”