BI DÎMEN

Fermandara YPJ'ê ya Kobanê Nûrheq: Hindik maye em bigihêjin Sirrînê

Ji fermandarên YPJ'ê Engîzek Nûrheq destnîşan kir ku di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê de ew nêzî Sirrînê bûne û êdî şer li Sirrîn û derdora wê diqewime.

Ji fermandarên YPJ'ê Engîzek Nûrheq destnîşan kir ku di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê de ew nêzî Sirrînê bûne û êdî şer li Sirrîn û derdora wê diqewime. Nûrheq anî ziman ku pêngav bi serketineke mezin dewam dike û got, "Pêngav piştî komkujiyê bû xwedî wateyeke cuda. Çete wê li pêşberî ruhê me yê tolhildanê bieciqin." Nûrheq banga xweparastinê li gel kir.

Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê de ku roja 1'ê Tîrmehê destpê kir, operasyon dewam dikin û gelek herêm ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Şervanên YPG/YPJ'ê yên ji duh ve xwe gihandine girên derdorê, êdî bajarokê Sirrînê dibînin.

Pêngava ku piştî komkujiya li Kobanê destpê kir û bi hêrseke mezin a li dijî çeteyan bi pêş ve diçe, ji aliyê Fermandara YPJ'ê ya Kobanê Engîzek Nûrheq ve ji ANF'ê re hat nirxandin.

'PÊNGAV PIŞTÎ KOMKUJIYÊ BÛ XWEDÎ WATEYEKE CUDA'

Nûrheq anî ziman ku piştî azadkirina navenda bajarê Kobanê wan li sê eniyên li derveyî bajêr dest bi pêngavan kirine û got, "Bi van pêngavan re me xwestin xwe bigihînin xetên xwe yên beriya êrîşa mezin a li hemberî Kobanê û çeteyên DAIŞ'ê li cihê lê ne, ji holê rakin. Di vê çarçoveyê de piştî eniyên rojava û rojhilat, li başûr me dest bi Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê kirin."

Nûrheq bibîr xist ku di rojên wan dest bi pêngavê kirin de, komkujiya namerdî û hovane ya çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê rû da û anî ziman ku bi komkujiyê re wan careke din dîtine çete li her cihê lê ne, ji bo Kobanê û gelên li Kobanê dijîn xeteriyeke gelekî mezin in. Nûrheq destnîşan kir ku pêngav bi komkujiyê re derbasî qonaxeke nû bûye û got, "Pêngav bû xwedî wê wateyê ku bajarokê Sirrînê ji çeteyan bê paqijkirin, bi vê re hesabê gelê me yê li Kobanê hat qetilkirin bê pirsîn û tola wan bê hilanîn."

Nûrheq diyar kir ku bi vê pêngavê re ew hesabê vê komkujiyê dipirsin, ew ê bipirsin û anî ziman ku hemû şervanên wan dixwazin di nava pêngava Sirrînê de cih bigirin. Nûrheq da xuyakirin ku gelek hevalên wan dixwazin çalakiyên fedaî pêk bînin, lê belê ew pêwîstiyê bi vê nabînin.

'EM GIHAŞTIN BER SIRRÎNÊ'

Nûrheq da zanîn ku operasyona wan bi coş û moraleke mezin dewam dike û got, "Ji şervanan heta fermandaran, her hevaleke/î me xwedî hêrseke mezin e. Heta niha di pêngavê de windahiyeke me nebû, ji bilî çend birîndariyên sivik, windahî nebû. Me hejmareke zêde ya çekên çeteyan bi dest xistin. Heta niha bi qasî cenazeyê 40 çeteyan ketine destê me. Derbên giran li çeteyan tên xistin."

Nûrheq ragihand ku gelek gundên li derdora Sirrînê hatine azadkirin û anî ziman ku wan xwe gihandina herêma hawiz a weke pêşiya Sirrînê tê dîtin. Nûrheq da xuyakirin ku wan girên li derdorê jî xistine bin kontrola xwe û destnîşan kir ku şer bi giranî li derdora Sirrînê û herêmên li pêş bajarok, diqewimin.

'PÊWÎSTÎ PÊ HEBE EM Ê BIÇIN HETA REQAYÊ'

Nûrheq diyar kir ku armanca wan a bingehîn paqijkirina Sirrînê ji çeteyan e û ev xal destnîşan kir: "Sirrîn yek ji herêmên ku çeteyên DAIŞ'ê di êrîşên li hemberî Kobanê de weke baregeh ji xwe re bi kar tîne ye. Bi azadkirina Sirrînê re em ê rêyeke din a çeteyan bigirin ku nikaribin êrîşî Kobanê bikin. Ev koma çeteyên li Kobanê komkujî kir, di Sirrînê re hatibû."

Nûrheq destnîşan kir ku eger pêwîstî pê hebe ew ê heta bi Reqayê ve biçin û ji bo Sûriyeyeke demokratîk ew ê her qadê ji çeteyan paqij bikin. Nûrheq got, "Ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo gelên li derveyî Kurdistanê dijîn û di bin zilma dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ne, em amade ne şer bikin."

'YPJ DI PÊNGAVÊ DE XWEDÎ ROLEKE GIRÎNG E'

Nûrheq bal kişand ser rola YPJ'ê ya di pêngavê de û got, "Ne tenê di vê pêngavê de di şerê beriya niha yê li bajarê Kobanê de şervan û fermandarên YPJ'ê ji berxwedanê re pêşengî kirin. Di vê pêngavê de jî hem şervan hem jî fermandarên YPJ'ê cih digirin û roleke girîng dilîzin."

Nûrheq da xuyakirin ku hêzên YPG û YPJ bi awayekî wekhev di pêngavê de cih digirin û anî ziman ku heman wekhevî di cihgirtina li nava komên êrîş û operasyonê de jî heye.

'RUHÊ TOLHILDANÊ YÊ YPJ'Ê WÊ ÇETEYAN BIECIQÎNE'

Nûrheq bibîr xist ku çeteyên DAIŞ'ê jinan hedef digire û êrîşan li hemberî jinan dikin û diyar kir ku piraniya sivîlên di komkujiya li Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, jin in. Nûrheq got, "Em dizanin ku ev yek bi zanebûn hatiye kirin. Di vê pêngavê de em ê tola her jineke li Kobanê hatiye qetilkirin hildin. Her şervaneke YPJ'ê wê tola jinên hatine qetilkirin ji çeteyan hilînin. Ruhê tolhildanê yê şervanên YPJ'ê wê çeteyan bieciqîne."

'BILA GELÊ ME XWE BIPARÊZE'

Nûrheq da xuyakirin ku girîng e gelê Kobanê li navenda bajêr û gundan ewlekariya xwe bi xwe bike û got, "Em nabêjin bila mîna YPG/YPJ'ê şer bikin. Qet nebe bila mala xwe, kolana xwe biparêze. Di êrîşeke gengaz de em ê dest li her herêmê werbidin. Lê belê qet nebe, di dema êrîşekê de heta hêzên me xwe bigihîne herêmê, hişyar bin. Di mijara xweparastinê de girîng e gelê me hişyar û hestyar be. Bila komkujiya dawî ji me hemûyan re bibe ders û ji niha û pê ve em li bajarê xwe, gundên xwe û li her bihosta xaka xwe tedbîrên xwe xurt bikin."