Fermandara YPJ'ê Biharîn Kendal: Dora Girê Spî ye

Fermandara YPJ'ê ya Eniya Rojhilatê Kobanê Biharîn Kendal da xuyakirin ku ew ji Kobanê bi 10 kîlometreyên din nêzî Girê Spî (Til Ebyad) bûne.

Fermandara YPJ'ê ya Eniya Rojhilatê Kobanê Biharîn Kendal da xuyakirin ku ew ji Kobanê bi 10 kîlometreyên din nêzî Girê Spî (Til Ebyad) bûne. Kendal diyar kir ku wan rêya DAIŞ'ê ya ji Reqqa ber bi Girê Spî birîne û got, "Ji vê saetê û pê ve çeteyên DAIŞ'ê ancax dikarin ji dewleta Tirk destekê bigirin."

Fermandara YPJ'ê ya Eniya Rojhilatê Kobanê Biharî Kendal şerê li Kobanê û rewşa dawî ya operasyona azadkirina Girê Spî ji ANF'ê re nirxand.

Bi taybetî li eniya rojhilatê Kobanê rewşa dawî çi ye?

Pêngava me ya demeke dirêj e hatiye destpêkirin, di çarçoveya rizgarkirina Kobanê de meşiya. Niha li eniya rojhilat, me sînorê Kobanê derbas kirine. Me Kobanê azad kir. Li eniyên rojava û başûr jî me xwe gihand sînorên Kobanê yên berê û me sînorên beriya pêla mezin a êrîşê ya 15'ê Îlonê derbas kir.

Li eniya rojhilat me xwe gihandin sînorê beriya êrîşa mezin. Bi tenê gundên Cirne, Xanê, Herî, Kendalê û Serzorî mane, ku ji ber hatine mayînkirî em dixwazin bi awayekî kontrol têkevin van gundan. Li van gundan çete nîne, lê belê ji ber ku hatine mayinkirin, em hînê neketine nav. Eger em bi awayekî bê kontrol bikevin van gundan, dibe ku windahiyên belasebep rû bidin. Beşa Kobanê ya operasyonê temam bû û yekser qonaxa azadkirina Til Ebyadê destpê kir.

EM Ê KANTONÊN XWE BIKIN YEK

Girîngiya azadkirina Girê Spî çi ye?

Li xeta Til Ebyadê amadekariyeke me ya taybet heye. Em amadekariyan dikin ku di ser xeta digihêje Til Ebyadê de bikevin van herêman, van deveran ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin, di encamê de Til Ebyadê azad bikin û bi vî rengî Kantonên Kobanê û Cizîrê bigihînin hev. Dema em vê dikin, em bi tenê li aliyê wê yê leşkerî nafikirin. Ji aliyê civakî ve jî, em dixwazin li gundên me ji çeteyan rizgar kirine, gelan azad bikin. Li kîjan herêma Sûriyeyê be jî, eger çeteyên DAIŞ'ê cihek dagir kiribe û zilmê li gelan dike, em dixwazin wan herêman ji çeteyan paqij bikin û gelan bigîhin wê astê ku xwe bi xwe bi rêve bibin. Aliyekî operasyon û amadekariyên me ev e. Wekî din hûn jî dizanin; Til Ebyad xeteke ku kantonên Rojava ji hev qut dike ye. Azadkirina Til Ebyad a Kantonên Kobanê û Cizîrê ji hev qut kiriye û çeteyên DAIŞ'ê ji xwe re weke baregeheke êrîşê bikar tîne, wê kantonan bigihîne hev û pêşî li êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji vê herêmê li hemberî Kantonên Cizîr û Kobanê bigire. Wekî din dagirbûna Til Ebyadê ji aliyê DAIŞ'ê ve, di heman demê de ambargo û dorpêçiyeke mezin li hemberî Kantona Kobanê derdixîne holê. Di çarçoveya van hemû rastiyan de azadbûna Til Ebyadê hem jî gelê Ereb ê li wir dijî hem jî ji bo gelên li Kantonên Kobanê û Cizîrê dijîn, di asta jiyanî de girîng e.

Ji bo me ne girîng e li van deveran kîjan gel dijîn. Kîjan gel dijîn bila bijîn, armanca me azadkirina vê qadê ye, rizgarkirina gelan ji zilma DAIŞ'ê ye û gihandina hev a kantonên me ye.

Di vê pêngavê de rewşa dawî çi ye?

Pêngava me dewam dike. Li rojhilatê Kobanê, bi koordîneya bi Kantona Cizîrê re operasyonên me dewam dikin. Îro hêzên me yên ji Kobanê bi qasî 10 kîlometreyên din xwe nêzî Til Ebyadê kirin. Bi qasî 10-12 kîlometre maye ev hêa me xwe bigihîne Til Ebyadê. Li xetên din ên eniya rojhilat jî wê pêngava me ya ber bi Til Ebyadê dewam bike. Pêngava me ya ber bi Til Ebyadê ji ser xetekê bi tenê ve nameşe, ji gelek xeta ve em ber bi Til Ebyadê ve bi pêş diçin. Di çarçoveya pêngava me ya ji Cizîrê destpê kir de, piştî Çiyayê Kizwanan, bajarokê Silûkê yê ser bi Til Ebyadê (Ji bo Silûkê em dibêjin bajarok, lê belê herêmeke bi qasî navçeyekê mezin e) hat azadkirin. Li gorî agahiyên dawî gihaştin ber destê me, hêzên me Silûk jî derbas kirine û rêya di navbera Reqqa û Til Ebyadê de kontrol kirine. DAIŞ'ê ev rê ji bo veguhastin û teqwiyeya hêzên xwe bikar dianî. Em dikarin bêjin ku êdî ev rê jî hatiye birîn.

DESTEKA JI NIHA Û PÊ VE JI DAIŞ'Ê RE BIÇE, WÊ JI ALIYÊ DEWLETA TIRKIYEYÊ VE HATIBE KIRIN

Ji bilî rêya Reqqayê, ti rêyeke din ji bo teqwiyeya çeteyên DAIŞ'ê heye?

Ji vê saetê û şûn ve nê pêkane ku çeteyên DAIŞ'ê di ser vê xetê re çek û hêzên xwe veguhezîne. Ji bilî çend gundan -ku ew der jî ne herêmên karibin lê teqwiyeyê bikin e- êdî yekane nuqteya çeteyên DAIŞ'ê lê teqwiyeyê bike, deriyê sînor ê Tirkiyeyê ye. Her şêwe desteka ji niha û pê ve ji DAIŞ'ê re were dayîn, ev yek wê ji deriyê sînor ê Tirkiyeyê hatibe. Ji bilî vê ti derfeteke wan a teqwiyeyê nîne. Hem bi rêya çapemeniyê hem jî li gorî şahiyên me bi xwe, em dizanin ku dewleta Tirk ji destpêkê ve her şêwe destekê dide çeteyên DAIŞ'ê. Divê were zanîn ku ji vê saetê û şûn ve her desteka ji bo çeteyên DAIŞ'ê yên li Til Ebyadê were dayîn, wê ev yek ji dewleta Tirkiyeyê be. Eger dewleta Tirk di ser Deriyê Sînor ê Kaniya Xezalan re hewl bide careke din alîkariyê bide çeteyên DAIŞ'ê, wê bi teqezî hesabê vê bide. Îro nebe jî wê sibe hesabê vê bide. Çeteyan dema êrîşî Kobanê kirin, dewleta Tirk bi her awayî destek dabû çeteyan. Ev nehat ji bîr kirin, destekeke bi vî rengî niha were kirin, em ê bi ti awayî qebûl nekin.

Der barê rewşa moralê ya şervanên YPG/YPJ'ê de hûn dikarin çi bêjin?

Ev demeke dirêj e ez şer dikim. Coş û morala niha di nava şervana de heye, min berî niha nedîtibû. Coş û kelecana bi azadkirina Kobanê re derket holê, piştî destpêkirina operasyona Til Ebyadê, veguherî coş û kelecaneke bê dawî. Her hevalên me ji bo li refên pêş şer bikin û demek ji ya din zûtir Til Ebyadê azad bikin, derdikevin pêş. 

Hemû plansazî, biryardarî û nêzîkatiya me ya li şer, li ser layiqbûna li şehîdan, li hevrêyên xwe yên ji dest hatine dayîn, tê meşandin. Em moralê xwe, coşa xwe, têkoşîna xwe bi şêweyeke hêjayî şehîdên xwe, didomînin.

Medya AKP'ê bi taybetî îdîa dike ku Ereb û Tirkmen ji aliyê YPG/YPJ'ê ve ji cih û warên xwe tên kirin. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bêjin?

Li Til Ebyadê bi taybetî piştî dagirkeriya DAIŞ'ê hema hema ti Kurd neman. Niha gelên Ereb û Tirkmen li vir dijîn. Di felsefeya me de, kîjan gel dibe bila bibe, redkirin nîne. Em dixwazin qadên azad ên ku her kes xwe lê temsîl dikin, bi afirînin. Me armanca operasyona xwe ya Til Ebyadê ji xwe rave kiribû. Em dixwazin rewşeke demokratîk a gel bi hev re lê dijîn, biafirînin.

Herî dawî, HDP'ê di hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê de serketineke mezin bi dest xist. Li ser vê mijarê nirxandineke we heye?

Em serketina HDP'ê pîroz dikin. Bersiva me ya li vê serketinê wê azadkirina Til Ebyad be. Serketina HDP'ê ji bo biratî û azadiya gelan çiqasî girîng be, azadiya Til Ebyadê jî ji bo gelan ewqasî girîng e û bi bandor e.

Em şehîdên xwe yên di êrîşa namerdî ya li mîtînga li Amedê de şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin. Ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Em dibêjin ku em ê bi şehîdên xwe re dilsoz bin û têkoşînê mezin bikin. Derbasbûna HDP'ê ji bendê bersiva herî watedar a ji bo şehîdên me bû. Em ê jî bi azadkirina Til Ebyadê re hewl bidin hêjayî şehîdên xwe bin. Li ser vê bingehê di serî de ji gelê Amedê ji tevahiya gelê Kurdistan û gelên Tirkiyeyê re em silavên xwe dişînin û serketina wan pîroz dikin.