Fermandara YJŞ'ê: Êrîş encama serdana Barzanî ya Enqereyê ye

Ji Fermandarên YJŞ'ê Rosyar Vejîn diyar kir, şerê ku hê dewam dike ji aliyê PDK'ê ve hatiye destpêkirin û bal kişand ser serdana Barzanî ya Enqereyê.

Ji Fermandarên Yekîneyên Jinan a Şengalê (YJŞ) Rosyar Vejîn da xuyakirin, ku PDK li ser wan ferz dike ku bi temamî ji Şengalê derkevin. Fermandar Vejîn destnîşan kir, ku Şengal bi dayîna berdêlên gelekî mezin ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin û ew ê heta dawiyê Şengalê biparêzin.

Fermandara YJŞ'ê Vejîn da xuyakirin, ku şer ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatiye destpêkirin û got, ev êrîş encama serdana Mesûd Barzanî ya Enqereyê ye.

'WAN ŞER DAN DESTPÊKIRIN'

Vejîn got, "Heta kêliya dawî jî me nexwest şer rû bide. Lê belê ew hatin û êrîşî bendên me yên kontrolê kirin. Hin kesên ku xayintî li Rojava kirine, xwe weke 'pêşmergeyên rojava' nîşan didin. Li gorî agahiyên gihîştine ber destê me, hin kesên xayîntî li Rojava û tevgera azadiyê kirine, di vî şerî de cih digirin."

Fermandara YJŞ'ê Rosyar Vejîn diyar kir, hêzên PDK'ê bi çekên giran, hawan û doçkayan li herêmên Xanesor û Sinûnê êrîşî cih û warên sivîlan dikin.

Fermandar Vejîn anî ziman, tevî van êrîşan, hejmareke zêde pêşmerge li Şengalê tên bicihkirin û bang li gelê Şengalê kir, ku xwedî li axa xwe derkeve û li ber 'xayînan' rabe.

'EM Ê VÊ DERÊ BI DEST XANIYANAN VE BERNEDIN'

Rosyar Vejîn got, "Banga me li civaka me ya Êzidî ye; bibin yek, axa xwe biparêzin, axa xwe neterikînin. Bila gelê me bi vê zanibe; em ê vê derê bi dest xayninan ve bernedin. Em ê heta dawiyê gelê xwe biparêzin."