BI DÎMEN

Fermandara herêma Zagrosê: Devrîm Amed

Zagrosan bi hezaran salan şahidî ji şerên dijwar re kiriye. Tevî vê yekê her tim deriyên xwe li têkoşerên jib o welatê xwe canê xwe feda dikin, vekiriye.

Zagrosan bi hezaran salan şahidî ji şerên dijwar re kiriye. Tevî vê yekê her tim deriyên xwe li têkoşerên jib o welatê xwe canê xwe feda dikin, vekiriye.

Yek ji têkoşerên ku li Zagrosan bi fedekariyek mezin li dijî êrîşan sekinî û pêşengtî ji pêngava sala 2016'an re kir, fermandara YJA Starê ya qada Zagrosê Devrîm Amed bû.

Fermandar Devrîm a ku di sala 1995'an de tevlî nava refên gerîla dibe, piraniya salên xwe yên tekoşînê li qada Amed'ê derbas dike. Li qada Amedê şahidî ji gelek şerê qirêj ê artêşa Tirk a dagirker dike. Li dijî van êrîşan fermandar Devrîm Amed pêşengtiyê ji hevrêyên xwe re dike û bi çalakiyên xwe yên bi bandor destûr nade artêşa Tirk qada Amedê dagir bike. Fermandar Amed wek Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê tê hilbijartin û bi vî rengî li qada Amedê pêşengtî ji hêzên YJA Starê re dike. Piştî têkoşîna bi salan a li vê qadê di sala 2013'an de di pêvajoya velkişînê de berê xwe dide Herêmên Parastinê yên Medyayê. Piştî ku di dibistana PKK a Sakîne Cansiz de di perwerdeyek xurt re derbas dibe wek fermandara YJA Starê ya Eyaleta Zagrosê tê erkdarkirin. Vê carê jî rêyên asê û dirêj ên Zagrosê şahidî ji têkoşîn, fedekarî û wêrekiya Fermandar Devrîm Amed re dike.

Me jî ji bo şopandina şerê li herêma Zagrosê tê meşandin berê xwe dabû vê qadê û derfetê me yê naskirina fermandar Devrîm Amed çêbû. Fermandar Amed bi têkoşîna xwe, bi hevrêtî û bi fedakariya xwe cihê xwe di dilê hemû hevalên xwe de digire.

Li vê qadê şerê gelekî dijwar diqewime û artêşa Tirk a dagirker bi operasyonên xwe ve her carê hewl dike vê qadê ji gerîlayan vala bike. Lê bi pêşengiya fermandar Devrîm gerîlayên YJA Star û HPG'ê bi çalakiyên xwe yên bi bandor vê hewldanê pûç dike.

Dema me ev şerê li herêmê diqewime dişopand, fermandar Devrîm Amed jî şerê ku li vê herêmê diqewimî koordîne dikir û bi biryardariyek mezin danî ziman ku ew ê destûr nedine artêşa Tirk a dagirker ku çiyayên Zagrosê dagir bike. Piştî şerê bi mehan ê vê herêmê fermandar Amed li gel hevrêyên xwe bi qehremanî û wêrekiyek mezin derbên giran li leşkerên artêşa Tirk a dagirker dan û bi vî rengî tevî 4 hevrêyên xwe tevlî karwanê karwanê şehîdan bû.

Fermandara Zagrosan Devrîm Amed her bi berxwedan û tekoşîna xwe ve bi rûyek li ken berê xwe dida objektîfa me. Em jî van kêliyên dîrokî û nemir ên fermandar Devrîm Amed bi we re parve dikin.

...