FCÎK: Divê Kurd derfetên xwe ji bo Kobanê seferber bikin

Federasyona Civata Îslamî ya Kurdistanê (FCÎK), di serî de Kobanê ji bo Rojava dest bi kampanya alîkariyê kir. Berdevkê Çapemeniyê yê Federasyonê Atay destnîşan kir ku her alîkariya ji bo Rojava ya dorpêçkirî were kirin, pîroz e.

Federasyona Civata Îslamî ya Kurdistanê (FCÎK), di serî de Kobanê ji bo Rojava dest bi kampanya alîkariyê kir. Berdevkê Çapemeniyê yê Federasyonê Atay destnîşan kir ku her alîkariya ji bo Rojava ya dorpêçkirî were kirin, pîroz e.

Federasyona Civata Îslamî ya Kurdistanê (FCÎK), ku navenda wê li bajarê Elmanya Hagenê ye û li gelemperiya Ewropayê 36 mizgeft û bi deh hezaran endamên xwe heye, ji bo Rojavayê Kurdistanê bi taybetî jî Kobanê ya bi êrîşên çeteyên hov ên dijminê mirovahiyê re rû bi rû ye, dest bi kampanya alîkariyê kir.

BANGA SEFERBERIYÊ

Berdevkê Çapemeniyê yê FCÎK Mehmet Alî Atay der barê kampanyayê de agahî da û anî ziman ku ew li Ewropa xwedî rêxistinbûyîneke cidî ne û destnîşan kir ku ew dixwazin vê hêz û derfetan ji bo Kobanê û gelemperiya Rojava seferber bikin. Atay diyar kir ku divê Rojava bi taybetî Kobanê ji bo Kurdan bibe xeta sor û anîz iman, ku girîng e hemû sazî û dezgehên Kurdan hemû derfetên xwe di vî warî de seferber bikin. Atay got, "Ji bo Kurdan roj roja namûs û şerefê ye. Divê her kes xwedî li van nirxan derkevin."

Atay ji her welatiyên Kurd xwest beşdarî kampanya bi dirûşma "Tu jî destekê bide Kobanê û Rojava" bibe û ev bang kir:

'FITRE Û ZEKATÊN XWE BIŞÎNIN KOBANÊ'

"Gelê me yê bi qîmet û hêja; di vê meha ezîz û pîroz a Remezanê de, em alîkariyê bidin gelê xwe yê li Rojava bi taybetî jî Kobanê, ku ji aliyê barbaran ve dor lê hatiye girtin. Em jin û zarokên xwe yên ji nêza, ji tîna jiyana xwe ji dest didin, serê wan bi şûran tê jêkirin, ji însafa van cinawiran re nehêlin. Desteka ku em ê bidin, wê hêzê tevlî hêza gelê me, cesaretê tevlî cesareta gelê me bike û ji derdê gelê me re bibe derman. Divê hemû abwermend, endam û dildar beşdarî vê kampanya me ya ji bo gelê me yê li Rojava hatiye destekkirin, bibin.

Atay bibîr xist ku gelên li Kobanê, Girê Spî û tevahiya Rojava îro ji aliyê zaliman ve hatine dorpêçkirin û got, "Bi alîkariya hûn bikin re dikarin vê dorpêçiyê bişikînin. Em dikarin zarokên Kurd ji tîbûn û birçîbûnê rizgar bikin. Ji bo rizgarkirina zarokekî, fitre û xêra xwe di meha Remezanê de bi rêya CÎK'ê bişînin ji Rojava û Başûr."

JI BO TEVLÎBÛN ALÎKARIYÊ CIHÊ SERLÊDANÊ

Atay da xuyakirin ku komîsyona ji aliyê FCÎK'ê ve hatiye avakirin wê biçe Kobanê û Rojava, zekat, fitre, sedeqe û xêra hatiye dayîn bigihêjîn gel û got, "Yên dixwazin tevlî kampanyayê bibin divê serî li navenda FCÎK'ê û 36 mizgeft û nûnerên wan bidin."