'Ez bi erka xwe ya welatparêziyê rabûm'

Ciwanê Êzidî Dilşer Şengalî, di sala 1999'an de ji ber zexta dewletê li Ewropayê bi cih bû. Ji ber komkujiya li Şengalê ya sala 2014'an, tevlî nava refên PKK'ê bû ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bike.

Dilşer Şengalî, ku ji ber zexta dewletê di sala 1999'an de neçar ma koçî Ewropayê bike, piştî ku li Şengalê di 3'ê Tebaxa 2014'an de ferman rabû, tevlî nava refên PKK'ê bû. Dilşer Şengalî ji ANF'ê re qala sedema tevlîbûna xwe kir.

Şengalî destnîşan kir, ku ew şerê azadiyê weke wezîfeyeke welatparêziyê dibîne û got, "Di sala 1994'an de li Mûsilê ji dayik bûm. Yek ji Kurdên Êzidî yên ji Başîka me. Di sala 1999'an de bi malbatî me koçî Ewropayê kir. Sedema koça me ya ber bi Ewropa ve, zexta dewletê ya li Êzidiyên li Şengalê bû. Bi qasî 14-15 salan li Ewropayê mam. Piştî ku komkujî li Êzidiyên li Şengalê hat kirin, min biryar da tevlî nava refên PKK'ê bibim û tevlî bûm. Ji ber ku yên civaka Êzidî ji komkujiyê rizgar kirin, gerîlayên PKK'ê bûn. Weke wezîfeyeke welatparêziyê ez jî tevlî nava têkoşînê bûm."

'DI NAVBERA DAIŞ Û DEWLETA TIRK DE CUDAHÎ NÎNE'

Şengalî da xuyakirin, ku ti cudahî di navbera dijminên Kurdan de nîne û got, "Di serî de civaka Êzidî, lazim e Kurd hemû tevlî nava vê têkoşînê bibin. Ne girîng e li ku be, divê li her devera Kurdistanê tevlî nava têkoşîna azadiyê bibin. Cudahî di navbera dewleta Tirk û DAIŞ'ê de nîne. Her du jî dijminê Kurdan e."

'NAXWAZIN HÊZEKE XWEPARASTINÊ YA ÊZIDIYAN HEBE'

Şengalî anî ziman, heta ku Kurd li dijî dijminên xwe tênekoşin, wê komkujî her tim li wan bê kirin û ev bang li civaka Êzidî û tevahiya Kurdan kir: "Heta ku li dijî hêzên Kurdistan dagir kirine têkoşîn neyê meşandin, wê komkujî her tim li Kurdan bê kirin. Komkujiya ku DAIŞ'ê li Şengalê li civaka Êzidî kir, AKP'ê jî li Bakurê Kurdistanê li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê kir. Divê Kurd, bi taybetî jî Êzidî nexapin. Yên ku li Şengalê civaka Êzidî terikandin û reviyan, niha jî naxwazin Êzidî bibin xwedî hêza xweparastinê. Li ser vê bingehê ez bang li Êzidiyên li Ewropa û welatên din dijîn dikim; li cih û warê xwe, li Şengalê vegerin. Tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bibin. Em têkoşîna azadiyê ya Kurdan li her devera Kurdistanê mezin bikin."