Ev qas ‘’hezkirin’’ ji Sûrê re zêde ye!

Kuçeyên ku dengê kenê zarokan lê deng vedida şûna xwe ji valahiyên berfireh re hişt li Sûrê; deriyên ku hatine şikandin, kuçeyên ku veguherîna tingê gilêşan û malên hilwişyayî şopa şerekî giran nîşan didin.

Li Sûr a Amedê ku AKP’ê 28’ê Mijdara 2015’an ‘qedexeya derketina derve’ 104 rojan ragihand û bi hêzên dewletê ew da ber tang û topan, hilweşîn berdewam dike. Li gel ku di Lîsteya Mîrateya Çanda Dinyayê ya UNESCO’yê de jî, Sûr a ku kirin evîna rantê ya desthilatdariya AKP’ê, parsêl parsêl pêşkêşî kesên nêzî desthilatdariyê tê kirin, raçînka dîrokî ya ku bi kepçeyan hatî kavilkirin, bi qemyonan valay Dîclê dikin. Weke ku ev jî ne bes be, helwesta Saziyên Civaka Sivîl ji nedîtî vê tên û bi projeya ku 28’ê Kanûnê, çend avaniyên dîrokî yên li ser piyan mayin jî, di nav înşeatên qereqolan de têne hepskirin.

Sûr a ku Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu digot, ‘’Malên Amedê yên tescîlkirî, mizgeft, dêr, xan, bêyî ku ziyan bigihije raçînka mîmarî ya Amedê, wê werin nûjenkirin. Em ê Sûr a Amedê wiha ava bikin bi mîmariya xwe  weke ya Toledo wê bibe cihekî wiha ku her kes bixwaze bibîne’’ îro serûbinîhev hatiye kirin. Avaniyên dîrokî yên ku di nav kavilan de tiştek bi wan nehatiye jî, dema ku li bendî nûjenkirinê ne, dema ku bînahiyên li derdora wan bi kepçeyan têne hilweşandin, derb li wan dikeve û ziyanê dibînin, gelek avaniyên dîrokî yên ku bi top û guleyan gelek ziyan gihaştiye wan jî, bi henceta ku wê gelek mesref lê biçe xira dikin. Ji ber sedema boriyên avê yên xaniyên ku xira dikin, diteqin kuçe di di bin avê de dimînin. Polîtîkayên talanê de qey kela dilê wan nedaniye, hêzên dewletê hewcehiyê pê dibîne ku hêrsa xwe li dîwarên van avaniyên dîrokî jî vala bikin.

Va rewşa dawî ya hezkirina li Sûrê ku desthilatdariyê digot, ‘’Va em Sûrê bi hezkirinê geş dikin’’: