'Ev komplo hîsên tolhildanê geş dike'

Endamên Akademiya Şehîd Sefkan bal kişandin ser komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê û destnîşan kirin, ku vê komkujiyê hestên wan ên tolhildanê xurtir kiriye.

Endamên Akadamiya Ş. Sefkan komkujiya Parisê ji ANF'ê re nirxandin.

ŞANOGER ZOZAN QAMIŞLO: Ji bo rojeke wekî 9’ê Çile, ji bo komployekî wiha mirov pir hestiyar dibe. Komploya ku li hevala Sara û  hevalên wê hatiye kirin, êrîşekî li ser tevahiya jinê, êrîşekî li ser nirxên mirovatiyê ye. Mirov vê êşê bi hîsên xwe dijî. Bêhna komployê, carekî din bêhna bêbextiyê, di hest û vîcdanên mirovatiyê de, di hest û vîcdanên mirovan de bi rastî jî hêjandinek çêdike. Li  gel vê êşê jî giyanê tolhildanê di hundirê mirovan de kûr dibe. Ji ber ku ev êrîşa bê bext, ev êrişa ku li ser nirxên mirovatiyê tê kirin, di kesayeta heval Sara de li ser hemû jinan hatiye kirin. Ji bo me wekî rojeke biêş e lê wekî di çanda me de, çanda tevgera PKK’ê de ti caran piştî her şehadete giyanekî tolhildanê, giyanekî bi fikr û felsefeya ku hatiye avakirin. Li ser kesayeta ku hatiye avakirin em karibin xwe hîn bêtir xwirt bikin, hîn xwirtir  xwe ava bikin. 

'HEVALA SARA WEKE XET PARTÎBÛYÎNÊ DINIRXÎNIN'

ŞANOGER BERÎTAN RAMAN: Em şehid Sara, di salvegera komploya 9’ê Çilê de careke din bi bîr tînin. Rojeke biêş e ji bo me û jinên cîhanê. Ji bo me rojeke dilzîzbûnê ye. Hevala Sara em wekî xeta partîbûyinê dinirxînin. Em jinên ciwan û piştre   jinên tevgerê, em li ser şopa  wê ne. Wekî ku dema Rêber APO xistin zindanê, gotin ku emê bi rêya Rêber APO ramanên wî dorpêç bikin, bigrin, bêdeng bikin. Xwestin bi rêya hevala Sara jî vê bikin. Xwestin hevala Sara li Parîsê qetl bikin, şehîd bixin, ji bo jinan bêdeng bikin, taybet jî jinên PKKê bêdeng bikin. Lê belê çawa nekarîn nêrînên Rêbertî, ramanên wî di nav çar diwaran de bigrin, nikarin bi şehadeta hevala Sara jî jinan bêdeng bikin. Ji ber ku hevala Sara ji bo me fikrek, xetek hiştiye. Ew fikir û xeta hevala Sara wê ti caran neyê bêdeng kirin. Ji ber ku ne şahadet, ne jî durxistina fîzîki ji me re nabe asteng. Heya ku yêk jin hebe, yêk jineke PKK’ê hebe ev ê xeta Sara bi giyanê wê, bi xeta wê, wê berdewam bike.

HARÛN AMED: Hevala Sakine ne hevaleke jirêzê bû. Hindek taybetmendiyên wê yên cûda hebûn ne wekî hevaleke jirêzê  bû. Yêkem jina ku di nav tevgera azadiya Kurdistan de cih girtiye heval Sara bû. Yêkem jina ku di berxwedaniya zindana Amedê de cihê xwe girt û bû berxwedêreke dîrokî. Windakirina vê hevalê mirov dilzîz dike. Ger îro tekoşîna azadiya Kurdistanê taybet jî tekoşîna jinê ew qas bi pêş ve diçe, li ser şopa van hevalan bi pêş de diçe. Pêşengek jî hevala Sakîne bû. Windakirina wê mirov diêşîne. Ji bo ku mirov bikaribe li van hevalan xwedi derbikeve, hîn zêdetir kar, hîn zêdetir xebat hewce ye. Bi vî awayî mirov dikare li ser şopa wan be. Bi xemgînî, bi acizî, bi dest ji xwe berdanê mirov nikare xwedî li van kesayetan  derkeve. Herî kêm mirov çi qas bikaribe agirê azadiyê bilind bike, van hevalan çi qasî bikaribe bişopîne, ew qasî em ê bikaribin xwedî li van hevalan derbikevin û tola wan hilînin.    

'SÎSTEM JI JINÊ DITIRSE'

ZOZAN KAMIŞLO: Ev komploya bêbext mirov dihêjîjîne. Lê ev ne tenê wekî êş, wekî hêstên tohlildanê ne jî. Sistem, bi taybet jî sîstema  heyî ku bi mejiyê desthilatdariyê hatiye avakirin ji jinê ditirse. Çima? Ji ber ku edaletê, wekheviyê, yê ku mirovahî aniye gel hev, yê ku heskirin kiriye nava mirovatiyê jin e. Yê ku vê sîstema zalim hilweşîne, karibe zîhniyeta zilam hilweşine dîsa di kesayeta jinê de veşartiye. Yê ku civakê ava bike jin e. Di kesayeta hevala Sara de ne tenê pêşengtiya jina Kurd, pêşengtiya hemû jinên cîhanê kirin hedef. Dîsa bi vê re tevgera me kirin hedef. Serokatî dibêje yê ku temsîla azadiyê, yê ku temsîla xetê, yê ku temsîla giyanê PKK’ê dike, yek jî hevala Sara bû. Ji bo vê jî dixwestin di kesayeta Sara de tolhildanê ji Rêbertî bigirin. Rebertî dibêje di şexsê hevala Sara de xwestin êrîşî min bikin, êrîşî PKK, êrîşi jinê bikin. Ev bi zanebûn hat kirin. 

'BERXWEDÊREKE DÎROKÎ BÛ'

HARÛN AMED: Sakîne Cansiz di tekoşîna azadiya Kurdistanê de, di nav jinên navneteweyî de jî xwedî rol û mîsyonekî biwate bû. Heval Sakîne hem li çiyayên Kurdistanê, hem li qadên derveyî welat, hem jî li nav welat , hem ji di nav berxwedaniyên zîndanan de berxwedêreke dîrokî bû. Giyanê Apoyîtiyê,  xeta Apoyîtiyê, hevaltiya PKK’ê , rêhevaltiya ku heya roja me ya îro berdewam dike,  di kesayeta Sakîne Cansiz de peyda bû. Ji ber vê çendê salên 98’an  şûn de, dema komploya navnetevî li hemberî Rêberê Gelê Kurd, Rêberê me Abdullah Öcalan hat kirin şûn de, komployên cûr be cûr hatin kirin. Ya dî jî xeleka dawî şehadeta hevala Sakîne bû. Bi şehadeta hevala Sara xwestin komployê hîn kûrtir bikin. Wê demê hevdîtinên devletê bi Serokatî re hebûn û destpêka wê pêvajoyê bû. Ya ku ev pêvajo silav kir û xwedi lê derket hevala Sakine bû. Li Ewropa xebat dilkir. Hêzên navnetevî, gladio yên ku dixwestin şer gur bikin, û berjewendiyên wan di şer de heye, xeleka komployê bi vî şiklî berdewam kirin. Sedemekî din jî ji ber ku jinek bû. Di dîroka cîhanê de jî pêşengên azadiya jin, pêşengên mirovahiyê her tim bûne hedef. Yêk ji van jî hevala Sakine bû. Jiber ku pêşengeke pir xurt bû, ji ber ku de bîrdozî de pir xurt bû, rêhevaltiya wê bi rêber Apo re hebû, bû hedefa êrîşan. 

'KOMPLO EŞKERE YE'

ZOZAN QAMIŞLO: Dîroka sîstemê xwedî dîrokekî komplo ye, bi serdegirtinan dagirtiye. Ji ber ku tevgera me tevgerekî azadîxwaz e, tevgereke demokrasiyê ye, alternatifek li hemberî sîstema desthilatdar e. Her çiqas navê demokrasiyê li xwe dikin, xwe wekî parêzvanê mafê mirovan nîşan bidin jî, ev rûyê wan ê derve  nîşan dide lê hundir ne wiha ye. Di dîrokê de jî mirov dibîne; li hemberî kesayetan her komplo kirine.. Li hemberî van komployan jî timî kesayet teslîm nebûne, li ber xwe dane, heya roja îro hatine. Di kesayeta jinên zana de yên  ku hatibûn şewitandin, berhemên van, felsefeya wan hatin şewitandin. Îro jî tirsa wan hertim ji vê heye. Hertim bi rûyê xwe yê komployê hatine naskirin. Her çiqas berjewendiyên wan ne yêk jî be, ji ber ku nakokiyên di dav sisteman de jî hene, her yek ji wan dixwaze xwe bide pêş. Lê belê dema mijar dibe tevgerên pêşeng, kesayetên azadîxwaz, kesayetên ku karibin sistemeke wekhevî, mirovî avabikin, wê demî ev hêzên sistemê dibin yêk û dij disekinin. Berjewendiyên wan di vî alî de dibe yêk. Ji bo wê hertim ser digrin. Ji xwe komplo eşkere ye. Em wekî tevger her li pey vê komployê ne. Ev rûyên maskekirî, yê veşartî wê eşkere bibe. 

'HEVPEYVANA NAVBERA WAN DIVÊ BÊ DEŞÎFREKIRIN'

HARÛN AMED; Bûyerên bi vî rengî zelal nabin. Heger bûyera hevala Sakîne zelal bikin wê demê li desthilatdariya xwe mikur tên. Ji ber vê jî desthilatdarî vê yêkê napejirîne. Ji bo zelal jî nebe, çi ji destê wan tê, dikin. Li pişt vê perdeyê kî nîn e? Tu bêjî NATO heye, hêza NATO ya veşartî GLADİO heye, hêza Tirk ya veşartî Ergenekon heye, dîsa hêza Erdogan bi xwe heye. Ji bo zelalkirina bûyereke bi vî rengî pêwîst e têkîliyên wan yên qirêj, berjewendiyên xwe yên takekesi derveyî mirovahiyê dive bibêjin. Vê bikin, pêwiste  bikaribin hesabekî bidin. Ji bo vî hesabî nedin bi vî rengî her tim vedişêrin. Hevpeymana navbera wan de divê were deşifrekirin. Ya niha tenê qurbanek heye. Ev kesayet jî berî vê çalekiya xwe bike, heta beriya wê bi du mehan bi dehan caran tê Enqerê û diçe. Ango ne mirovekî ji rêzê ye, ew mirovê MÎT’ê ye. Bi endamên îstîxbaratê re dide û distîne, ango hêzeke pir xurt li pişt wan heye. Ne tenê MÎT e. Teqez e ku di navbera MÎT, îstîxbarata Parîsê yan jî Ewropayê de jî peyman hene. Heke ev zelal bibe, ev têkiliyên wan ên qirêj wê derkevin holê.

'NIKARIN EŞKERE BIKIN'

BERÎTAN RAMAN; Li gorî nêrîna min devletên desthilatdar nikarin eşkere bikin. Ji ber ku her êrîşên wan li ser berxwedêran e, taybet jî her li ser jinê êrîş kirine û xwestine ku jinê bêdeng bikin, tirsa wan ji jinê heye. Parîs jî vê nîşan dide. Her tim rêka îxanetê hilbijartine. Îxanet jî yê hertim wan nebe serkeftinê. Nikarin me têk bibin. Encax bi îxanetê dikaren hevalên me ji me dûr bixin. Rûyên ku di bin perdeyan de xwe dinixumînin, nikarin rûyê xwe eşkere bikin. Baweriya wan bi wan nîn e. Hêza wan têra eşkerekirina vê qetliamê nake.  
 
'TOLHILDAN WÊ BIBE TÊKOŞÎNA XURT'

Şanoger Zozan Qamışlo dibêje, bila baş bizanibin ku Sara timî heye û dibêje rihê Sarayan, fikrê Sarayan, felsefeya Sarayan di nav me de ye, kesayeta wê bi mere ye. Qamışlo di berdewamiya nirxandina xwe de wiha dibêje; “Jiyana wê hemû bi me re ye. Ji ber wê kirin hedef. Li ser soza tolhildanê, em tolhildan dibêjin. Tolhildaneke ku em xebatên xwe yên azadiya jinê xwirt bikin, tekoşîna xwe li hemberî vê zîhniyetê em xwirtir bikin. Em karibin di vi alî de serkeftinê pêk bînin, da ku em bikaribin vê komployê pûç bikin.’’ 

Şanoger Berîtan Raman jî dibêje “xeta Sara xeta serkeftinê ye, xeta berxwedaniyê ye. Em gerek hertim şopdarê heqiqeta wê û şobdarên xeta wê bin.”

Şanoger Harûn Amed jî bal dikşine ser rastiya ku di nava tevgera azadiya Kurdistanê de  her demê  bûne mînak û bûne dîrok ku li ser wê dîrokê hêza xwe bilindtir kirine, mezintir kirine. Amed dibeje ku serdema şahadeta hevala Sakîne li  gora nêrînên wî qonaxekî cûda bûye. Nirxandinên Amed wiha berdewam dike; “Di vê qonaxê de jinên Kurdistanê, li cîhanê  dixwestin hîn zêdetir xwe xurt bikin, xwe di qada navnetevî de wekî ku jinên cihanî li İngiltere, Amerika, firansa û cihên din serî hilda di sedsalên derbas bûyî de û gihîştin hindek mafa.  Jinên Kurd jî di vê pêvajoyê de têkoşîna xwe dan meşandin. Yek jî pêşengên vê pêvajoyê hevala Sakîne bû. Wekî civak, wekî kes, wekî jin, zarok, pîr û kal, xwedi derketina Sakîneyan xwedî  derketina xwe li xwe ye. Ku ez xwedî li xwe, axa xwe, derbikevim,  ez li Sakîne xwedî lê derdikevim. Xwedî li welatê xwe xwedî lê derketin xwedîderketina  li Sakîneyan e. Daxwaziya min li xwe xwedî lê derketin e, xwebuyîne. Em komployê şermezar nakin, li gora min ev gotin jî şaş e; ji bo em beramberî wê şer bikin û bi ser bikevin, komployê pûç bikin, Rêberê xwe ji giravê derxînin, tenê şermezar kirin ne, xwedî lê derketin û têkoşîna wê girîng e.”