Êrîşên Xerabê Bava ekîba AKP’ê dike

Li gundê Xerabê Bava ya Nisêbînê ev 12 roj in dorpêçek heye û ev dorpêç ne kêmî ya salên 90’î ye. Dorpêç bi pêşengiya 2. Tûgaya Komando ya Jandarma ya Bornova bi rê ve dibe.

Salên 1990’î ji bo şewitandina gundan, li meydana gund mirovan bicivînin, êşkence li wan bikin, ji bo nebedîkirinê û înfazê tûgayên komando yên Bolu û Kayserî hatibûn şandin, niha jî li şûna wan 2. Tûgaya Komando a Jandarma ya Bornova hatiye şandin.

Li gundê Xerabê Bava ya Nisêbînê ev 12 roj in dorpêçek heye û ev dorpêç ne kêmî ya salên 90’î ye. Dorpêç bi pêşengiya 2. Tûgaya Komando ya Jandarma ya Bornova bi rê ve dibe.

NIHA JÎ BORNOVA

Operasyona Xirabê Baba ji hêla Îsmaîl Bablik ve tê birêvebirin, ku Fermandarê 2.Tûgaya Komanda ya Jandarma ya Bornovayê ye. Balibek bi biryara Wezareta Karê Hundir a 31’ê Tîrmehê, piştî ku bi di Rojnameya Fermî de weşiya terfîyî tuggenaraliyêbû. Diyar bû ku li gel Tugaya Komanda a Jandarma a Bornova her wiha leşkerên girêdayî Fermandariya Jandarma a Bajêr a Mêrdînê û polîsên kul i Cizîr, Gever, Sûrê hatine bi kar anîn jî di operasyonê de têne bikaranîn. Lê operasyona ji hêla Balibek û Fermdanrê Jandarma Bajêr a Mêrdînê Serheng Ahmet Zafer Îşcan ve tê birêvebirin.

CERDEVAN : HEMÛ RÛPŞOKIRÎ NE

Cerdevanên li herêma operasyona ya Xerabê Bava ku me xwe gihandî wan û nexwestin navê xwe bidin gotin berê ew tevlî operasyonan dikirin lê vê carê bang li wan nehatiye kirin. Cerdevanan gotin leşkeran ji wan re gotin, ‘’hûn tenê li gundê xwe nobetê bigirin’’ û ji bo operasyonê yekîneyên taybet anîne. Cerdevanan diyar kirin ku operasyona li gund bi leşkerên Bornova û polîsên taybet tê birêvebirin û hemû jî bi maske ne. Cerdevanan diyar kirin leşkerên girêdarî Fermandaraiya Jandarma a Mêrdînê jî tenê ewlekariya derdorê pêk tînin.

BI SOYLÛ RE TÊKILIYÊN WAN ÊN NÊZÎK HENE

Balibek şeva hewldana darbeyê li Fermandariya Asayişa Taybet a Komondoyê Jandarma bûye û helîkoptêr li hangarê asê kiribûn. Balibek her wiha li Fermandariya Hewayî û Bejahî ya Guvercînlîkê tankêra sotemeniyê li pîstê dabû teqandin û pîst anîbû wê rewşê ku êdî nema were bikaranîn û piştî vê jî ew hatibû terfîkirin, kiribûn tuggeneral û anîbûn ser Fermandariya Tugaya Jandarama ya 2. a Bornova. Fermandarê dî yê li Xerabê Bava Serheng Ahmet Zafer Îşcan anîbûn şûna Fermandarê Jandarma yê Mêrdînê Alaahdîn Karsavûran ku ji rêxistina Fethullah Gulen hatibû girtin. Tê diyarkirin Îşcan bi Suleyman Soylu re xwedî têkiliyeke pir nêzîk e.