Êrîşên qirkirinê yên li Şirnexê dewam dikin

Çeteyên Qesrê ji maşînên zirxî bombeyan li malên li Şirnexê dibarînin. Di nava pênc rojên dawî de bi sedan xanî hatin şewitandin.

Li Şirnexê, ku êrîşên qirkirinê di roja 74. de ne, ji tank û maşînên zirxî duh bi şev gule li taxan hatin reşandin. Li taxên Îsmetpaşa, Gazîpaşa, Yenî, Dîcle û Cûmhûriyetê jî xanî û bexçeyên li dora van xaniyan ji aliyê çeteyên Qesrê ve tên şewitandin. Şewata bi dehan xaniyan ketiye, nayê hiştin ji aliyê arkujan ve bê vemirandin.

Li taxa Bahçelîevlerê jî, ku êrîş lê giran e danê sibehê bi obusan êrîş lê tê kirin. Li vê taxê jî gelek xanî hatine xerakirin û ji maşînên zirxî gule lê tê reşandin.

Hêzên dewleta Tirk li taxên Aydinlikevler û Vakifkentê yên li derveyî qadên xwerêveberiyê ne, dest bi şewitandina malan kirin. Duh êvarê li Vakifkentê gelek xanî hatin şewitandin û heta ber destê sibê, şewitîn.

Li navenda û bejahiya bajêr, liv û tevgera helîkopter û ambûlansan jî dewam dike.