BI DÎMEN

Êrîşên li dijî gundê Talatê didomin

Hêzên dewleta Tirk îro di seatên sibehê de dîsa erîşî gundê Talatê yê Nisêbînê kirin. Ji bo xaniyên welatiyan hiweşînin wesayîtek kar a bi zirx anîn gund.

Hêzên dewleta Tirk yên ku ev 4 roj in  gundê Talatê yê Nisêbînê dorpêç kirine, îro di seatên sibehê de dîsa erîşê welatiyan kirin. Hêzên dewletê yên ku ceyran û ava gund qut kirin, ji bo xaniyên welatiyan hiweşînin wesayîtek kar a bi zirxî anîn gund. 

Gundiyan bal kişandin li ser xeteriya rewşê û daxwaza rakirina dorpêçê û êrîşan kirin.