Êrîşên hewayî yên li dijî qadên gerîla dewam dikin

HPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên dawî yên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, balafirên şer ên Tirk, di 19-20'ê Sibatê de qadên Şikefta Birîndaran, Cîloyê Biçûk, Kokerê, Çemço û Kanî Sarkê yên li herêma Zapê, qada Mervanis û Dola Şive yên herêma Avaşînê û girê gundê Sêgirê yê navçeya Amediye ya Duhokê bombe kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku hêzên gerîla piraniya van êrîşên hewayî pûç kirine û li ser encamên vê bomberdûmanê ev agahî hatin dayîn:

"Nûçeyên ku medya şerê taybet a dewleta Tirk li ser windahiyên me weşandin, ne rast in. Di hemû êrîşan de 4 hevalên me şehîd bûne û 5 hevalên me jî birîndar bûne. Nasnameyên 4 gerîlayên me yên şehîd bûne, wê piştre bên eşkerekirin."

Di dewama daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de, li ser herêmên hatine bombekirin jî, ev agahiyên berfireh hatin dayîn:

"20'ê Sibatê saet di navbera 00:00-03:00 de balafirên şer ên artêşa TC derdora gundê Sida yê herêma Zapê, qadên Cîloyê Biçûk, Kokerê û Şikefta Birîndaran, her wiha 21'ê Sibatê saet di navbera 05:30-07:00 de qada Çemço û gundê Kanî Sarkê bombe kirin.

20'ê Sibatê saet di navbera 10:00-10:30 de balafirên şer girekî li dora gundê Sêgirê yê navçeya Amediyê bombe kirin.

20'ê Sibatê saet di navbera 12:00-12:45 de mintiqeya Mervanis a herêma Avaşînê û roja 19ê Sibatê saet di navbera 11:00-12:00 de jî mintiqeya Şivê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin."