BI DÎMEN

Êrîşên dewleta Tirk li Adigeyê hatin protestokirin

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, li Komara Adigeyê bi meşekê hat şermezarkirin.

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, li Komara Adigeyê bi meşekê hat şermezarkirin.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya ser bi Federasyona Rûsyayê dijîn, bi armanca şermezarkirina qetilkirina Elçî ji aliyê polîsan ve û protestokirina terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, meşek lidar xistin.

Meş ji aliyê Meclîsa Gel a Adigeyê û Otonomiya Çanda Kurd ve hat organîzekirin. Meşa ku ji çarrêyê destpê kir, heta ber avahiya Otonomiyê dewam kir. Li dû meşê, Serokê Otonomiya Çanda Kurd Feyzo Huseyîn daxuyaniyek da û got, "Dewleta Tirk, mîna salên 90'î cînayetên xwe didomîne. Divê gelê me li hemberî van qetlîaman bêdeng nemîne."

Huseyîn ragihand ku Tahîr Elçî bi awayekî vekirî û li pêş çavan ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û da zanîn ku bi dîmenên li cihê bûyerê hatî kişandin re careke din derket holê ku polîsên Tirk li Bakurê Kurdistanê bi kîjan rê û rêbazan mirovan qetil dikin.

Huseyîn destnîşan kir ku bi destek û rêveberiya AKP'ê re polîsên Tirk li Kurdistanê sûcê li dijî mirovahiyê dikin û bang li hêzên navneteweyî kir, ku di vê mijarê de bikevin nava tevgerê û dewleta Tirk mehkûm bikin.

...