Êrîşên dewleta Tirk ên li ser sînor dewam dikin

Êrîşên artêşa Tirk ên li ser sînorê Rojava-Bakurê Sûriyeyê dewam dikin. Leşkerên Tirk 4 kes birîndar kirin, ku 3 ji wan zarok in.

Êrîşên qetlîamker ên artêşa Tirk ku li dijî sivîlan li ser sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê dike, dewam dikin. Duh êvarê saet di 21:00 de, li gundên Çolebeg û Mendik ên li rojavayê Kobanê, leşkerên Tirk gule li mirovên hewl didan ji sînor derbas bibin, reşandin. Di encama vê gulereşandinê de 4 kes birîndar bûn. Ji birîndaran welatiyê bi navê Bedir Ebdull El Rehman xwe gihand benda kontrolê ya asayîşa Rojava ya li gundê Zorava û der heqê bûyerê de agahî da. Li ser vê yekê hêzên asayîşê berê xwe dan herêmê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Emel.

'PIŞTÎ KU BIRÎNDAR KIRIN, DÎSA GULE REŞANDIN'

Navên kesên birîndar bûn, ku sê jê zarok in, ev in: Mihemed Remedan Çolbeg (20), Semel Remedan (14), Cîgerxwîn Hemîd Çolebeg (15) û Bedir Ebdull El-Rehman (14).

Ji birîndaran Bedir Ebdull El Rehman got, leşkerên Tirk xwestine wan bikujin û piştî ku birîndar bûne, leşkeran hê jî gule bi ser wan ve reşandine û bi şensê ew xilas bûne.

Artêşa Tirk di 26'ê Îlonê de li Girê Spî û Tirbespiyê 17 sivîl qetil kiribû.