Êrîşên çeteyan û artêşa Tirk ên li dijî Rojava didomin

Êrîşên hevdemî yên artêşa Tirk û çeteyan ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Li Efrînê jî di çalakiyên şervanên YPG/YPJ'ê de 3 çete hatin kuştin.

Êrîşên hevdemî yên artêşa Tirk û çeteyan ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Li Efrînê jî di çalakiyên şervanên YPG/YPJ'ê de 3 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Di 23'ê Mijdarê de komên çeteyan li dijî çeperên hêzên me yên li nuqteyên bilind ên gundê Bozafanê ya girêdayî Efrînê, êrîşek lidar xistin. Hêzên me di cih de bersiv dan êrîşê û di encamê de 2 çete hatin kuştin. Komên çeteyan di 24’ê Mijdarê de jî li dijî heman nuqteyan bi topên hawanan êrîşek din lidar xist. Hêzên me li dijî vê êrîşê jî di asta pêwîste bersiv dan.

Di 23'ê Mijdarê di navbera saetên 21.00 û 22.00’an de hêzên me li nêzîkî gundê Derjimêl ê li başûrê Efrînê operasyonek lidar xistin. Di operasyona ku çeteyên di amedekariya êrîşê de bûn, hedef hatin digirt de şerekî dem kin jî rû da. Di encama operasyonê de bi qasî hatiye zelalkirin endamekî çeteyan hate kuştin.

Di 24'ê Mijdarê saet di navbera 22.00 û 24.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên li başûrê bajarokê Cerablûsê li dijî bejahiya rojhilatê gundê Qereqozax ê li başûrrojavayê Kobanê ye, bi topên hawanan êrîşek pêk anîn.

Di 25'ê Mijdarê saet 02.00 de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên li başûrê bajarokê Cerablûsê li dijî gundê Zormixar ê li rojavayê Kobanê bi çekên giran êrîşek lidar xistin.

Êrîşên Arteşa Tirk ên ku di 24'ê Cotmehê de li dijî çeperên hêzên me yên li ser xeta sînor a Kobanê dabûn destpêkirin hîn jî berdewam dikin.

Di 24’ê Mijdarê ji saet 24.00’an heta 25’ê Mijdarê saet 05.00’an Arteşa Tirk ji 3 maşîneyên zirxî yên li ser xeta sînorê Girê Sipî, li dijî nuqteya Zeytûnan a li rojavayê bajarok e bi çekên giran êrîş kir. Ji ber tedbîrên ewlekariyê yên ku hêzên me girtibûn, ti windahiyên mal û can çene bûne."