Êrîşên çeteyan hatin têkbirin

YPG'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê hewl dan êrîşî bajarokên Eyn Îsa û Holê bikin û di encama bersivdayîna hêzên YPG'ê de, çete ji herêmê reviyane.

YPG'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê hewl dan êrîşî bajarokên Eyn Îsa û Holê bikin û di encama bersivdayîna hêzên YPG'ê de, çete ji herêmê reviyane.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û ev agahî da:

"Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa yê girêdayî Kantona Kobanê hewl dan ku êrîşekê lidar bixin. Piştî hêzên me bersiv dan vê êrîşê, çeteyên ku li hemberî gundê Fatsa yê ku 8 km dikeve rojhilatê Eyn Îsa êrîş dikirin, ji qadê reviyan.

Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li nêzikî gundê Xîzêla yê li ser xeta sînor û 25 km dikeve bakurê bajarokê Hol ê girêdayî Hesekê, hewl dan ku êrîşekê lidar bixin. Çeteyên ku bi awayekî bandor hatin lêdan, neçar man ji qadê birevin."