Êrîşên arteşa Tirk û Çeteyên DAIŞ’ê dewam dikin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê dewam dikin.

YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî çeperên wan ên li Til Şeriyê kiriye û her wiha çeteyên DAIŞ’ê jî êrîşî gundê Şemseddîn ê Rojhilatê Başûrê Bendava Tişrînê kirine.

YPG’ê wiha anî ziman: “Di çarçoveyeya van êrîşan de arteşa Tirk 25’ê Îlonê bi çekên giran êrîş bir li ser çeperên hêzên me ya li gundê Til Şeriyê ya dikeve Rojavayê Kobanê.

Çeteyên DAIŞ’ê 25’ê Îlonê piştî nîvro bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Şemseddîn ê dikeve Rojhilatê Başûrê Bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.

Çeteyên DAIŞ’ê heman rojê di saetên êvarê de jî bi çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên me ya gundê Malha ya giredayî Şedadê.”