Êrîşên artêşa Tirk û çeteyan ên li dijî Rojava dewam dikin

Êrîşên artêş Tirk û çeteyan ên bi hevdemî li hemberî Rojavayê Kurdistanê tên kirin, dewam dikin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku roja 28'ê Mijdarê saet di 11:30 de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî başûrrojhilatê bajarokê Eyn Îsa yê Kobanê kirine.

YPG'ê diyar kir ku êrîşên li hemberî Cerablûsê jî dewam dikin û got, "Di 28’ê Mijdarê di navbera saetên 13.30-14.00 û 18.00-19.00 çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên li nêzîkî bajarokê Cerablûsê, bi çekên giran 2 êrîşên cûda birin ser gundê Qereqozax û derdora wê yên dikeve başûrrojavayê Kobanê."

ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞÎ ÇEPERÊN LI SER SîNORÊ KOBANÊ KIR

YPG'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku êrîşên artêşa Tirk ên di 24'ê Cotmehê de li ser sînorê Kobanê li hemberî çeperên YPG/YPJ'ê da destpêkirin dewam dike û ev agahî da: "28’ê Mijdarê di navbera saetên 17.00 û 20.00’an de artêşa tirk, li dijî çeperên hêzên me yên li nuqteya Zeytûnan a dikeve rojavayê bajarokê Girê Spî bi çekên A4 êrîşek lidar xistin."

ÇETEYÊN ÊRÎŞÎ ŞÊX MEQSÛD KIRIN, DERB XWARIN

Di dewama daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Di 29’ê Mijdarê de çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam li dijî gelên me yê sivîl ên li taxa Şêx Meqsûd a Helebê dijîn, bi çekên giran û topên hawanan êrîşek lidar xistin. Bi vê êrîşê ve hêzên me jî mûdexaleya komên çeteyan kiriye û li qadê şerên dijwar qewimîne. Di vî şerî de qasî hatiye zelalkirin 2 maşîneyên leşkerî yên çeteyan hatine rûxandin û 2 çeteyên El Nûsra hatine kuştin."