BI DÎMEN

Êrîşên artêşa Tirk dewam dikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku êrîş û operasyonên artêşa Tirk dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG’ê, têkildarî êrîş û operasyonên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî da. HPG’ê têkildarî şer ev agahî dan:

COLEMÊRG

“22’yê Cotmehê saet 11.00-15.00’An tîmeke me ya sekvan bi ser yekîneyeke leşkerî ku li derdora girê Şehîd Hozan a li qada Bînbîr a navçeya Gever a Colemergê bi cih bûbûn çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encama vê çalakiyê de bi zelalî 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi A-4’ê li derdorê xist.

19’ê Cotmehê artêşa TC’ê piştî bombekirina girê Elîşêr ê li qada Oremarê ya navçeya Gever a Colemergê, operasyon da destpêkirin.

20-21-22’yê Cotmehê di operasyonên berdewam da şerê giran rû da û encamên ku hatin bidestxistin bi raya giştî re hatibûn parvekirin. 20’ê Cotmehê di şerê giran de 9 Gerîlayên me şehîd bûn, têkiliya me ya bi komeke gerîla re hê nehatiye danîn. Nasnameyên hevalên me yên ku şehîd bûyîn piştre wê werin eşkerekirin.

22’yê Cotmehê artêşa Tirk 8.00’ê sibehê heta bi 10.00’an ji Qereqolên Serêsêvê, Şikêrê yên Çelê û piştî nîvro jî ji 16.00’an heta bi 17.00’an qadên Çiyayê Reş bi obûs û hewanan hatin bombe kirine.

22’yê Cotmehê saet 04.00’an dema ku artêşa Tirk ji Colemergê diçû gundê Marînosê, li girê Meskan û derdora gundê Marînosê ketiye nav liv û tevgereke zêde. Li derdora gundê Kihê ya Colemergê jî hê xendekan vedide.

ŞIRNEX

Operasyona ku 21’ê Cotmehê li devera Girê Kizîrê û Omyanisê ya girêdayî qada Besta ya Şirnexê destpê kirî, bêyî ku encamekê bistînin paş ve kişiyan, dema ku vekişiyan hin yekîniyên xwe li araziyê bi cih kirin.

22’yê Cotmehê saet 21.30’an helîkoptêrên Kobra li Girê Tenûrê, Avtahlê, Mergumarê û Serê yên girêdayî qadên Bestayê xistiye. Êrîşên obûsê yên ji qereqola Osyanê saet 19.00’an heta bi 22.00’an destpê kiriye hê jî berdewam dike. Dîsa qereqolên Çelê Nimêja û Navyana Şêxa bi obûs û hawanan li qadên Şehrîban dixe.

22’yê Cotmehê saet 21.30’an helîkoptêrên Kobar li derdora gundê Tuşîme xistiye û xwestiye ku gel çavtirsandî bike.

29’ê Gulanê gerîlayê me yê bi navê Dêrsim (Dêrsim-Muhammed Ebûbekir Muhammed) dema ku li derdora gundê Dehlabiyê ya Şirnexê li ser peywira xwe bû, şehîd bûye. Ji bo ku li aqûbeta hevalê me yê ku di peywirê de bû dihate pirsîn agahiya şehîdbûnê bi derengî ket.

Hevalê Dêrsim ku li navçeya Kelarê ya girêdayî Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ji diya xwe bûye, 2008’an ramanên jiyana nû û azad Rêber Apo re nas dike û bi nasînê re li derdora têkoşîna PKK’ê dest bi meşa xwe ya milîtanê ya bi biryar û qeyîm dike. Hevalê Dêrsim ku li gelek qadan peywira xwe kirî,  Temsîla yekbûna netewî ya giyanî bi rawest û kesayatiya xwe nîşan daye û heta roja şehîdbûnê jî weke kesê xwediyê helwesteke gihayî tevlî nav karwanê şehîdan bûye.

ÇEWLIK

22’yê Cotmehê saet 23.00’an Hêzên me li dijî hêzên dewleta Tirk a faşîst li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê çalakiyeke berfireh pêk anîne. Agahiyên berfireh ên vê çalakiyê piştre wê bi raya giştî re werin parvekirin. Li gorî agahiyên berdest qeymeqamê navçeyê Dara Hênê jî birîndar bûye.

AGIRÎ

20’ê Cotmeyê saet 05.00’an 2 gerîlayên me yên li Bazidê peywirdar bûn, saet 05.00’an bi komloyekê hatin şehîdxistin. Ji ber şehîdbûna hevalên me Navdar Amed û Şiyar Bazid, ji ber vê komployê lêkolîneke berfireh hatiye destpêkirin.

ERZÎNGAN

18’ê Cotmehê bi şev saet 22.00’an dema ku du gerîlayên me ji gundê Herdîfê ya navçeya Kemah a Erzînganê ji ser peywira xwe vedigeriyan di navbera wan û leşkeran de şer derketiye. Di vî şerî de Gerîlayekî me şehîd bûye û gerîlayekî me jî bi birîndarî dîl ketiye destê dijmin.

DERSIM

22’yê Cotmehê artêşa Tirk bi balafirên şer bi ser geliyê Munzirê de êrîşeke giran a hewayî kiriye. Agahiyên berfireh ên têkildarî vî piştre wê were eşkerekirin.

HATAY

14’ê Cotmehê artêşa Tirk li qada Tohdag a girêdayî navçeya Dortyolê ya Hetayê operasyonek daye destpêkirin. Yekîneyekî me ya gerîla ya ku peywira xwe dikir saet 12.00’an bi leşkeran re ketiye nav şerekî, piştî şer gerîlayên me bi awayê sax û silamet gihaştine cihê xwe.

JI HPG’Ê HIŞYARÎ

Artêşa TC’ê li araziya bejahiyê ya Êlih, SêrT, Betlîsê di bin navê nêçîrvanî û darbirînê de xebatên sîxuriyê zêde kiriye. Kesên ku li van herêman werin dîtin wê di statûya hevkar û sîxûrên dewletê de werin dîtin û tiştên pêwîst werin pêk anîn. Her kes, bi taybetî jî kesên sivîl divê ji rewşên wiha dûr bikevin. Di rewşeke wiha de ji hemû rewşên ku wê rû bidin yekîneyên me yên gerîla wê ne berpirsyar bin.”

NASMAMEYÊN 3 GERÎLAYANA

Nasmaneya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Navdar Amed

Nav û Paşnav: Remzi Kaya

Cihê Jidayîkbûnê: Amed

Navê Dayîk û Bav: İmiş - Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê : Agirî /20 Cotmeha 2016

***

Nasnav: Şiyar Bazid

Nav û Paşnav: Şervan Alkan

Cihê Jidayîkbûnê: Agirî

Navê Dayîk û Bav: Altun Niyazî

Cih û Dîroka Şehadetê: Agirî /20 Cotmeha 2016

***

Nasnav: Dêrsim Germiyanî

Nav û Paşnav: Muhammed Ebubekir Muhammed

Cihê Jidayîkbûnê : Kelar

Navê Dayîk û Bav: Amin - Ebubekir

Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 29 Gulana2016

 

...