Êrîşa çeteyên Qesrê 12 saet in dewam dike

Çeteyên Qesrê ev 12 saetên dawî bênavber êrîşî taxên Bahçelîevler û Yenî yên Şirnexê dike.

Çeteyên Qesrê ev 12 saetên dawî bênavber êrîşî taxên Bahçelîevler û Yenî yên Şirnexê dike.

Li Şirnexê êrîşên li hember du taxên ku berxwedana xwerêveberiyê 70 roj in didome zêde bûn. Çeteyên Qesrê, 12 saet in bi obusan her du taxan bombe dikin û her wiha dane ber çekên giran. Di encama bombekirinê de hema hema tevahî mal bêkêr bûne. Ji ber bombekirinê ji taxan dûman bilind dibe.

Di heman demê de sekvanên li avahiyên bilind hatine bicihkirin jî her du taxan didin ber guleyan.

Dîsa, hêzên dewletê li taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Dîcleyê hilweşandina malan didomîne.