Êrîşa çeteyan a li hemberî Dadatê hat şikandin

Êrîşa çeteyan a li ser bajarokê Dadat ku cihekî stratejîk e û rêya Minbic-Cerablûsê qut dike, piştî êrîşên ku tevahiya şevê dom dikin, hat şikandin. Di şer de gelek çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê duh êvarê saet di 18.30’an de êrîşî çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku dikevin başûrê bajarokê Dadatê yê li bakurê Minbicê kirin.

Êrîşa çeteyan li derdora febrîqeya zeytê ya li başûrê ava Sacur pêk hat. Li ser vê yekê şervanên Minbicê bersiv da û şer derket. Şerê ku çekên giran hatin bikar anîn heta danê sibehê bi dijwarî dewam kir.

Şervanên Minbicê her wiha balafirek çeteyan a keşfê ya bi navê Drone xistin û gelek cebilxane desteser kirin.

Di şerê  heta serê sibehê dom kir de gelek çete hatin kuştin. Li gorî çavkaniyên hêzên Minbicê cenazeyên 4 çeteyan hatine dîtin.

Bajarokê Dadat 10 km li bakurê Minbicê ye û di 6’ê Hezîranê de ji aliyê hêzên Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû paqijkirin. Bajarok li cihekî stratejîk e û rêya Minbic-Cerablusê  bi temamî qut dike.