BI DÎMEN

'Erdogan û artêşa azad dixwazin mirin û talanê bînin Minbicê'

Şervanên Lîwa Siqur Şîmal a ser bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li ber gotin û gefên Recep Tayyîp Erdogan ên li Minbicê dixwe, rabûn.

Şervanên Lîwa Siqur Şîmal, ku Eniya Dabat a di navbera Minbic û Cerablûsê de ye diparêzin, bendên ew lê ne û yên 'artêşa azad' ên dewleta Tirk, li pêşberî hev in. Şervanên Lîwa Siqur Şîmal ji ajansa me re axivîn û diyar kirin, artêşa Tirk car carna bi çekên giran êrîşî çeperên wan dikin û 'artêşa azad' jî diziyê dike. Şervanan destnîşan kirin, ku ew ê qebûl nekin dewleta Tirk û 'artêşa azad' bên Minbicê û gotin, hêza wan bi têra parastina axa xwe heye.

'LI MINBICÊ XWÎNA BI SEDAN ŞEHÎDÎ HEYE'

Fermandarê Lîwa Siqur Şîmal Kawa Minbic, der barê gefa 'Em ê biçin Minbicê' ya Erdogan de got, "Erdogan dibêje 'ez ê biçim Minbicê'. Em zarokên Minbicê ne û van sînoran bi xwe diparêzin. Gel jî qebûl nake. Berî niha bi çend rojan li Minbicê çalakiyeke gel çêbû. Gel dibêje 'Em Erdogan naxwazin'. Çi mafê wan heye ku bikevin Minbicê? Minbic bi xwîna hevalên me hat rizgarkirin. Me ewqas şehîd dan. YPG û YPJ ji bo alîkariyê bidin rizgarkirina Minbicê, hatin. Bi alîkariya wan Minbic hat rizgarkirin û piştre ew ji bajêr derketin. Em hemû zarokên Minbicê ne. Artêşa Tirk beriya niha bi demeke kurt careke din bi çekên giran êrîşî herêma me û çeperên me kir. Hawan avêtin. 3-4 ji van hawanan li nava gund ketin. Êrîşên bi vî rengî zerarê didin gundiyan."

'MAL Û MILKÊN GEL DIDIZIN'

Kawa Minbic da xuyakirin, ku hin komên çete yên navê 'artêşa azad' li xwe kirine hene, ku ev kom ji aliyê dewleta Tirk ve li ser sînorê Minbicê hatine bicihkirin û got, "Hin çete li vir bi cih kirine. Hemû jî diz in. Her kes pê dizane, ev çete ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin. Ji gel bipirsin bê ev çeteyên bi navê 'artêşa azad' çi dikin. Em li ser sînor in, li vir bendên wan ên kontrolê hene. Rojane 300-40 dolarî ji bazirganên ku rojane tên Minbicê digirin. Hûn vê wesayîta sor dibînin, di navbera me Û wan de. Ew der cihê bêhnvedanê ye. Dema bi şev deriyê sînor tê girtin, mirov li wê derê bêhnê vedidin. Diçin wê derê û li wir jî pere ji mirovan distînin. Pereyekî zêde ji mirovan distînin, qîma xwe bi vê jî nînin radibin telefona wan jî distînin. Mirovahî bi wan re nema ye. Weke zarokên Minbicê û gelê vê herêmê, em ne bawer in ku hêzeke bi vî rengî ji bo azadiya me tiştekî bike. Ji xwe me vê qebûl jî nakin."

'EM XWE Û GELÊN XWE DIPARÊZIN'

Şervanê Lîwa Siqur Şîmal Egîd Minbic da xuyakirin, ku dîroka artêşa Tirk û 'artêşa azad' tê zanîn û got, "Hemû diz in. Mal û milkên gel didizin. DAIŞ her roj mirovan direvîne. Lê Erdogan piştgiriyê dide DAIŞ'ê. Erdogan destek dida wan, lê niha dibêje ku ew li dijî wan şer dike. Weke gelên Minbicê niha ti pirsgirêka me nîne. Li vir YPG ya jî YPJ nîne. Em hemû endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ne û zarokên Minbicê ne."

Ji şervanan Firat Minbic jî got, "Bila Erdogan û 'artêşa azad' têkildarî Minbicê li pey xeyalan nekevin. Em zarokên Minbicê ne. Gelek hevalên me şehîd bûn û em ê Minbicê biparêzin. Em îro êdî bi rastiya her kesî dizanin. Em xwe dû gelên xwe diparêzin."

'EM TIRKIYEYÊ JÎ, ARTÊŞA AZAD JÎ NAXWAZIN'

Şervanê bi navê Refîk Sellûm jî da xuyakirin, ku 'artêşa azad' a bi desteka dewleta Tirk tevdigere, naxwazin sîstemeke demokratîk bi cih were û got, "Dixwazin pereyê gel bidizin. Hemû gundiyên gundê wan ji aliyê van koman ve hatine dagirkirin, ji ber diziyê gilî û gazinan dikin. Erdogan bi rêya çapemeniyê propagandayê dike û dibêje 'em ê biçin Minbicê'. Em naxwazin dewleta Tirk û çeteyên wê li nava axa xwe bibînin. Ew ne ji bo xêrê ne. Ew ê mirin û talanê bînin serê gelên me. Weke şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, hêza me heye ku axa xwe biparêzin. Pêwîstiya me bi kesî nîne. Eger rojekê pêwîstiya me pê çêbibe, em dizanin bê kî bi rastî dikare alîkariyê bide me."