Eniya Şoreşger: Bêdengî hevkariya komkujiyan e

Eniya Şoreşger li ser êrîşên dewleta Tirk ên li gundê Xerabê Bava, Cibilgirave û Talate yên Nisêbînê daxuyaniyek weşand û got, "Ya ku mirovan dikuje, tirs û bêdengî ye."

Eniya Şoreşger di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir, ku bêdengî hevkariya komkujiyan e.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yên ku li gundên Xerabê Bava, Cibilgirave û Talate tên kuştin em hemû ne, siberoja me ne, hemû mirovahî ye..

Em li pêşberî komkujiyan bêdeng nemînin, nebin hevkarê vî sûcî. Bêdengiya li pêşberî zilm û komkujiyan, destekkirina kujeran e. Ev yek parçeyek ji wê komkujiyê ye.

Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên şerîatî û Erdogan ê faşîst, li Kurdistanê li dijî gelê Kurd êrîşên namerdî, zilm, komkujî û qirkirinê dikin.

Li gundên Xerabê Bava, Cibilgirave û Talate yên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, komkujiyan dike, di îşkence û qirkirinê de sînoran nas nake...

Gundiyên Xerabê Bava dibêjin, 'Ev 12 roj in bombe li me dibarin. Elektrîk, nan nîne. Her kesên binçav dikin, îşkence dikin'.

Li aliyekî, ji bo azadiya gelê Kurd a li Rojava bifetisîne li qada navneteweyî çi jê tê dike, li aliyê din li Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike. Bajaran dişewitîne, xera dike, li jêrzemînan hovîtiyê dike. Yezît ê har, qîma xwe bi vê jî nîne û niha hewl dide gelê Kurd bi temamî tine bike. Em baş pê dizanin, ev serkêşê çete yê faşîst, ne tenê gelê Kurd, dixwaze her kesên li dijî xwe tine bike, bikuje. Hewl dide siberoja xwe bi vî rengî ewle bike.

Dewleta TC, ji bo xwe ji vê rewşa tengav rizgar bike û guhertina destûra bingehîn 'erê' bike, wê pêla êrîş û komkujiyên xwe zêde bike. Li ser bingeha dijminatî û dijberiya li Kurdan hemû hêzên paşverû li xwe dicivîne û hewl dide dîktatoriya xwe demdirêj bike."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, dîktatoriya çeteya Erdogan-DAIŞ'ê ya faşîst, îro hatiye ragihandin û hat gotin, "Li welêt ti qanûn, pîvan nema ye. Welat bi biryarnameyên dîktatoriyê tê birêvebirin. Welat veguheriye girtîgeheke servekirî. Di bi navê têkoşîna dijî teroê de, bi girtin, îşkence, binçavkirin, sirgûn û avêtina ji kar teror li gelên me tê kirin. Lê belê li Kurdistanê komkujî û qirkirin heye.

Divê êdî her kes vê baş bibîne; eger dîktatoriya şerîî û faşîst, Kurd weke dijminê xwe yê sereke îlan kiribe, ev yek ji tirsa wê ya rizgariya gelan e. Komkujiya li dijî gelê Kurd, komkujî û hewldana teslîmgirtina hemû gelan e. Ya ku li wir tê kuştin, siberoja mirovahiyê ye.

Her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im', her kesê naxwaze teslîmî dîktatoriya faşîst bibe û dixwaze xwedî li siberoja xwe derkeve, divê bi Kurdan re li ber kuştina Kurdan rabe. Eger em vê nekin, eger em bêdeng bimînin, divê neyê jibîrkirin, ku em ê jî bibin berpirsyarê wê komkujiyê.

Ya ku mirovan dikuje, bêdengî ye."