Endama Konseya Rêveber ya Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Leyla Agirî li ser destpekirina Operasyona Mûsilê, di paşreoj û pêşeroja Kurdan de girîngiya wê û çareseriya xeta Sêyemin- konfederalizma Demokratîk de ji Ajansa me ANF’ê re nirxandinên girîng kir.
Operasyona Mûsilê wê bandora xwe çawa li ser pêşeroja Gelê Kurd bike û hêzên ku tevî bûne armancê wan yê hevbeş çi ne?
Operasyona Mûsilê weke gavek dizayinkirina Rojhilata navîn û girîng e. Ji ber ku Mûsil weke mozaîka Rojhilata Navîn e û pir gel di nav de dijîn. Hem ji aliyê dîrokî, çandî û hem jî ji aliyê civakî ve risteke wê ya girîng heye. Lewma jî hêzên sermayedar û hegemonîk yên derve û hundir dixwazin di vê bajarê dîrokî de bi cih bibin. Hêzên ku tevî operasyona Mûsilê bûne, di heman demê de wan bixwe Mûsil radestê DAIŞ’ê kirin e. Wan hêzan bixwe Mûsilê dan DAIŞ’ê û niha jî dixwazin weke hêzek rizgarker xwe nîşan bidin. Lê di bingeh de berjewendîyên wan hene.
Weke destpêka vê dagirkeriyê û biryardariya wan di 1’ê Hezîrana 2014’an de li Almanya bi civîneke hat çêkirin Emerîka, Sûdî Erebîstan, Qatar, PDK , İsraîl û Tirkiye jî tevî vê civînê bûn. Di vê civînê de biryar hat girtin ku Mûsil radestê DAIŞ’ê bêkirin. Weke berdewamiya vê civînê jî li Iraqê di 8’ê Hezîranê de civînek çêbû, dîsa hinek hêzên ji van tevî vê civînê bûn. Weke herkes dizane Mûsil di tepsiyeke zêr de ji aliyê hêzên derve û hundir ve radestê DAIŞ’ê hat kirin.
Çima ev plan bi taybetî li ser Mûsilê Hatin çêkirin?
Mûsil bajarek pir dewlemend e. Di Mûsilê de 12 Eşîrên ereb hene. Eşîreke sereke eşîra Ereb ya bi navê Cûbur e ev eşîr nêzê Sedam e. Li ser van eşîran DAIŞ xwe baş bi cih kir. Hinek eşîrên Kurd jî tevî bûn piştre xwe ji vê îtîfaqê kişandin. Di bin navê rizgarkirina Mûsilê de dîsa heman hêz cihên xwe di vê operasyonê de digrin. Hêzên ku niha di operasyonê de cih digrin jî Emerîka, PDK û Artêşa Iraqê jî di nav de ye. Tirkan jî biryar girtiye ku bi êrişa hewayî tevîbûnên xwe çê bikin. Hêzên tevî operasyonê dibin jî di nav xwe de pir nakokiyên wan jî hene. Ev jî mijarek girîng e.
Mûsil ji aliyê dîrokî ve Ji Bo Tirkiyê tê çi wateyê?
Li ser Mûsil di sala 1926’an de li Enqerê hevpeymanek çêbû, wê demê di bin navê komkujiya Bakur de Mûsil ji bo Îngiltere hat dayin. Wê demê jixwe Iraq dibin dagirkeriya îngilterê debû. Em di roja xwe de hinek vê dîrok bişopînin. Niha tirkan şîroveyek nû pêşxistine û dibêjin me di Lozanê de winda kir, ji ber ku beriya Lozanê Mûsil û kerkûk di sînorê Osmaniyan de bûn. Ji ber ku berê împaratotoriya Osmaniyan xwe berfireh kiribû. Lewma niha jî Tirkiye li ser Mûsilê mafê xwe yê gotinê dibin e. Mûsil hem ji aliye madî û hem jî ji aliyê xwe yê erdnîgariyê de jî xwedanê girîngiyeke mezin e. Hem ji aliyê petrola wê û hem jî, ji aliyê çûyin û hatinê ve jî rêya tîcaretê ye. Ji aliyê dîrokî û etnîkî ve jî pir dewlemend e. Efqas komukujî li Bakûr hat jiyîn dewletên derve dengê xwe nekirin, lê li Mûsilê ji bo ku şerê parvekirinê heye, her hêz ji bo berjewendiyên xwe dixwaze bikeve nava vê şerê. Ji ber ku Tirkiye dixwaze li ser Mûsilê hesabên qirêj bike.
Ev hêzên ku tevî operasyonê dibin di pozisyoneke çawa de ne? Herwiha şewazên wan yên çareseriyê çi ne?
Di nava hêzên Koalisyonê de Sûdî Erebîstan, Qatar û Tirkiye jî heye. Herkes dixwaze dibin navê vê operasyonê de jixwe re parek bigrin. Hesabê wan yê desthilatdarî hene û dixwazin di vê de cih bigrin. Ji mileke ve Heşt-î şebî heye ku ev jî hêza Îranê ye. Ev hêza jî dixwaze bibe desthilatdar. Ji ber ku Îran parastina xwe di wir de dibîne. Hinek hêz dixwazin pergala federal hebe, lê hinek jî dewlet dixwazin ku Kurd di van daxwaziyên xwe de gav şûn ve bavêjin! Çareseriya bingehîn pergala Konfederal ya demokratîk e. Me rêya çaresertiyê di xeta sêyemîn dîtiye. Herkes dizane ku PKK di terzê xwe de paradîgmaya demokratîk û xeta sêyemîn e. Di şerê li hemberê DAIŞ’e de jî berxwedana YPG/YPJ bi serket. Ev jî bi bandora paradigmaya Azadîxwaz bû. Li Kerkûk û Şengal’ê hemû hêzên YJA Star û HPG’ê bûn. Ev jî bi serketin tevahî cîhan dizane ku di şer de yê bi ser dikeve hêzê HPG û YJA Star in. Ev jî çaresertiya bingehîn difarîne. Çima hêzên desthilatdar naxawazin xeta sêyemîn tevî bibe? Sedemên wê jî hene. Li Şengal û her derê hêzê YJA STAR û HPG bi ser ket. Eleqedarîyeke pir mezin ji bo tevgera me çêbû. Ev feraseta ku PKK terorîst e ev ji sedî sed ji holê rabû. PKK di Rojhilata Navîn de hem ji aliyê şer û hem jî jiam aliyê jiyanê ve mînak e. Ji bo ku PKK hin zêdetir bandor nebe. Ji bo ku PKK nebe hêz, hêzên desthilatdar naxwazin me tevî operasyona Mûsilê bikin.
Ketina tirkiyê ya Cerablûsê û daxwaza ketina Mûsilê tê çi wateyê?
Ketina Tirkiyê ya Cerablûsê jî û ya Mûsilê jî di bingeh de hedef destkeftiyên gêlê Kurd e. Hevbeşbûna Dewleta Tirk û DAIŞ’ê bi belgeyan jî diyar e. Erdoxan bi vê ferasetê tev digere. Dibêjin, ku PKK bi DAIŞ re şer kir û xwe di nav Netewî de meşrû kir. Niha Erdoxan dixwaze ku vê çekê ji destên PKK derbixe. Tirkiye li hemberê vê rewşê rûxandineke mezin dijî. Dixwaze ku çeka di destê PKK’ê de ye bê bandor bike. PDK ‘ê jî got; PKK xeta me ya sor e û nexwest ku PKK tevî bibe. Ew jî xeteriya hebûna xwe di tevîbûna PKK’ê ya operasyona Mûsilê de dibîne. Lewma bi tirkiyê re hevbeş polîtîka dimeşîn e. Hêzên me tecrûbeyek pir mezin qezenc kirine. Ger ku armanc rizagarkirina Mûsilê be û armanç hemû gel di nav xwe de jiyankirine be, ev nabe pirsgirêk. Bê PKK ‘ê çareserî nabe.
Xeteriyek çawa li ser gelê Mûsilê heye?
Xeteriyeke mezin li ser gelê Mûsilê heye. Di nav çar rojan de encax çend gund rizgarkirin e. Emîreke DAIŞ’ê gotibû, ger ku em pir tengav bibin, em dikarin ji wê xwe şûn ve jî bikşînin. Dibe ku di navbera van hêzan de jî hevpeyman jî hebin. Xeterî ji bo jin û gelên li wir de dijîn jî hene. Ji Asûriyan heta roja îro Mûsil dibin êrişan de ye. Êrişên herkesê li ser Mûsilê çêbûye. Em dizanin ku DAIŞ carek din koledarîyeke li ser jin û gelan dike. Hem ji bo jiyana jin û netewan jî xeteriyeke mezin heye. Hem hêzên ku beşdarê operasyonê jî dibin ji bo wê xeteriyeke mezin heye. Ji ber ku jin û gel li Mûsilê hatine hepiskirin û hemû civak nikare ji wir derkeve derve.
Hêzên koalîsyonê şêwaza wan ya şer têrê dike ya? Di rewşa şer de divê ku jin çi bikin?
Serokê Bexdatê Ebadî daxûyanî dabû û gotibû ku me di nav salekê de şeş hezar û hef sed û sî û dû êrişên hewayî çêkiriye. Ewqas êrişên hawayî çêbûne, lê DAIŞ bi dawî nebûye. Emerîka jî naxwaze ku DAIŞ ji bin ve ji holê rabe. Rexistinên jinên giştî divê ku em rewşa jin ya ku li wir dijî bişopînin û şêwazên bi bandor pêşbixin. Şer şerê zilam yê desthilatdare, yê ku di vê şerê de êş dikşîne jin bixwe ye. Em divê di platforumên jinên de karibin, hestyar bin û bertekan pêş bixin. Em karibin mudaxele bikin û raya giştî ya jinan jî tevî vê operasyonê bikin ji bo ewlehiya jinê misoger bikin. Hêzên kûalisyonê xwe wiha bi rêxistinkirine bi tenê xetek ji bo DAIŞ’ ê hiştine ku DAIŞ karibe bireve û biçe Rojava. Ev xet ji Şengalê derbas dibe. Niha derfetên gelê Şengalê heye, çawa ku di girtina Mûsilê de, yekser êrişek li ser Şengalê çêbû, niha jî xeteriyek wiha heye. Divê ku Gelê Şengalê pir hêşyar bin.
Tevîbûna YJŞ wê bandorek Çawa çêbike?
Bi hezaran jin niha di destên DAIŞ’ê de ne. Di vê derbarê de YJŞ daxuyaniya û got, em amade ne da ku parastina nirxên mirovatî bikin tevî pêngava Mûsilê bibin. Ji bo tolgirtina jinên Êzidxanê. Li hemberê DAIŞ’ê mirov dikare bêje ku vîneke xurt heye. jin di şerê rûmetê de dixwazin ku beşdar bibin. Serokê Iraqê Ebadî daxuyanî da û got, wê bi tenê hêzê Iraqê di vê operasyonê de cihê xwe bigrin. Hêzên parastina Şengalê bixwe jî hêza Iraqê ye. Şengal bixwe jî perçeyek erdnîgariya Iraqê ye. Divê ku hêzên heremî yê Iraqê jî yê şerker jî divê de cihê xwe bigrin. Bangewaziya me ji bo hemû jinan û gelên demokratîk û azadixwaz heye ku li hemberê polîtîkayên desthilatdaran hişyar bin û nirxên mirovatî biparêzin.
...