NÛ BÛ

Encu: Di topbaranê de kesek hatiye qetilkirin, 5 kes jî birîndar in

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu diyar kir ku di encama bomberdûna artêşa Tirk a li hember gundiyên Roboskiyê a girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê de kesek hatiye qetilkirin û 5 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Encu ya li ser tora civakî ya Twîtterê de nuqteya qetlîama Roboskî pêk hatibû, di saetên şevê de ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye bombekirin. Li cihê ku hate bombekirin, nêzî 15 gundî hebûn. Di encama bomberdûmanê de kesek hatiye qetilkirin, 5 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku welatiyê ku hate qetilkirin Vedat Encu ye.

Encû diyar kir ku ji birîndaran hinek ên birîna wan giran hene.

Li gor agahiyan piştî bombekirinê, gundî çûne Başûrê Kurdistanê, birîndar girtine û tên.

Têkildarî mijarê hê jî ti saziyên Tirk daxuyanî nedane.