Encamnameya kongreya 5. a PJAK'ê eşkere bû

PJAK'ê encamnameya kongreya xwe ya 5. eşkere kir, ku bi dirûşma "Bi partîbûnê û pêşengtiya gel ber bi şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn û Îranê ve" hat lidarxistin.

5. Kongreya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi dirûşma "Bi partîbûnê û pêşengiya gel ber bi şoreşa demokratîk a Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve" bi tevlîbûna endamên hilbijartî yên Kongreya 5. di rojên 15 û 16’ê Cotmehê de hat lidarxistin. PJAK’ê di kongreya xwe de ku hemû şehîd, bi taybetî şehîdên Ş. Bêrîvan, Ş.Kemal û 13 şehîdên dawî bi bîr anî û got; “Lidarxistina Kongreya 5. di serî de li Rêber Apo, gelê têkoşer ê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û hemû hevalên partiyê pîroz be.”
 
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) wiha ragihand: “Kongreya 5. a PJAK’ê di demeke wiha de hat lidarxistin ku rewşa siyasî û hevsengiyên siyasî yên herêmê ketine pêvajoyeke nû ku ev yek jî zêdetir hebûna siyaseteke stratejîk a nû dixwaze. Kaos û krîzên di herêmê de ku di asta xwe ya herî dijwar de ye, ew çend jî xwedî rêgehên ji bo çareseriyê ye. Şerê cîhanê yê sêyemîn di heremê de bi hemû aliyên xwe yên cîhanî û bi ketina hêzên herêmî û navnetewî ve, ev kaosa îro bi kaosa Sûrî ku di navenda vê kaosê de cihê xwe digre, gihiştiye lûtkeyê. Her hêzek di vî şerî de ji aliyên ve dixwazin cihê lingê xwe saxlem bikin û ji aliyê din ve jî her yek ji wan bixwe sedema vê kaosê ne.
 
Rola her yek ji hêzên herêmî û bi taybet a netew-dewletên wek Îran û Tirkiyê di rewşa heyî de krîzan kûrtir dikin. Dixwazin hêzên demokratîk ji hal bixînin û bi vî awayî netewên di nava vê erdnîgariya bi krîz de jî lawaz bikin. Di vê navberê de Kurdistan wek dergûş û bestera bihêzbûna guherîna demokratîk di herêmê de, hem xwedî zemînê herî zêde ye  ku bikare pêşengiya pêvajo û pêşxistina demokratîk bike hem jî di bin êrîşa van dewletan de ye. Îran û Tirkiyê li gel ku ji ber reqabeta di herêmê de ku xwedî kokek dîrokî û îdolojîk in û herçend nakokiyên wan yên siyasî jî hene, di mijara Kurdan de hevbeş in. Di siyaseta dijî Kurd de hevkariya wan ya di herêmê de zêdetir dike. Lê belê hêzên cîhanî ji bo pêkanîna armancên xwe yên startejîk, jinûve avakirina Rojhilata Navîn de û di xêzkirina sînorên siyasî yên nû de Îran û Tirkiyê jî dikin hedef. Eşkere ye ku ev her du dewlet hedef in, wê demê ew ji vê krîza Rojhilata Navîn nikarin xwe xilas bikin. Ev rewş bi taybet ji bo Komara Îslamî ya Îranê derbasdar e. Rêyên li pêşiya Îranê kêm û sînordar in, ji bo wê jî neçar e rêyekê hilbijêre ku bikare di hevsengiyên cîhanî û herêmî de her tim roleke bikêrhatî bilîze. Îran pêwîst e yan teslîmî pergala cîhanî bi taybet di mijara krîza Rojhilata Navîn de bibe û bixwe jî bibe beşek ji wê pergalê yan jî li hember wê bisekine. Di rewşa heyî de derfetên têkoşînek mayînde ji bo Îranê tineye û li gor kûrbûna krîzên hundir û lawazbûna di stratejıya herêmî de bê guman wê zêdetir vî welatî ber bi lawazbûna siyasî ve bibe. Wiha tê xuyakirin ku Îran ji hilbijartina rêya vekirin û guhertina demokratîk ku ya herî guncav e, dûr disekine. Rêya ku dikare Îranê bike hêza bikêrhatî ya herêmê. Lê belê siyasetên vê dewletê ku her tim ji daxwazên demokratîk ên gelan û hêzên civakî ditirse, krîzên di hundirê welat de zêdetir dike. Her çend Îran di hevsengiyên herêmî de û di şêwazên guncav ên çareseriya pirsgirêkên hundirîn de, gelekî xwe esas digre. Lê belê di lîstokên siyasî de yên Rojhilata Navîn û di kaosa xwe ya nav Îranê de kaosan kûrtir dike. Ev rêbaz dibe sedem ku binketî be.
 
Di rewşa siyasî ya heyî de lidarxistina Kongreya 5. a partiyê, ji krîza herêmî û cîhanî, xwedî xwendineke rast û stratejîk e. Diyarkirina xeta siyasî û pêşbîniya paşerojek siyasî di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, mijara sereke ya Kongreya 5. bû. Piştî nirxandin û nîqaşên berfireh di vê Kongreyê de biryarên girîng hatin girtin ku wek xalên peymannameye  ji aliyên endamên Kongreyê ve hat erêkirin ku wek siyaseta startejîk a PJAK’ê wiha ye."
 
Xalên Peymannameya Dawî ya 5. Kongreya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê- PJAK’ê
 
"1.Azadiya Rêber Apo ku sembola rasteqîn a azadiya gelên di bin zilmê de yên Rojhilata Navîn û bi taybat gelê Kurd e, wek mijarek sereke û erka têkoşîna azadiyê ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê di herêmê de, di serê hemû xebatên PJAK’ê de tê. Di vê çarçoveyê de berfirehkirin, berbelavkirin û sazûmankirina fikir û ramanên Abdullah Ocalan di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hemû têkoşîna siyasî û îdeolojîk a PJAK’ê ye.
 
2. PJAK hemû têkoşîna xwe di çarçoveya fikir û pratîka şoreşgerî ya xeta sêyem de dimeşîne û wek hedefa xwe ya stratejîk pêş dixe û pêk tîne. Li ser vê esasê wê ne bibe parçeyek ji siyaseta cîhanê û ne jî wê di çarçoveya armancên dewlet-netewên herêmê de tevbigere. Xeta sêyem, xeta têkoşîna ji bo pêkanîna netewa demokratîk li ser esasê paradîgmaya  civaka exlaqî û siyasî di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ye.
 
3. PJAK tenê xwe di çarçoveya ‘Tenê Partiye Kurdistanî’ de bi sînor nake û pênase nake. Li ser esasê siyaseta demokratîk û hevpeymaniya bi hêzên din û gelên Îranê yên wek Fars, Azerî, Ereb, Belûç, Maznî û hwd. re wek bernameya xwe ya siyasî a sereke ji bo demokratîkkirina Îranê dibîne. Li ser vî bingehî ku şoreşa civakî li Îranê bê hevpeymanî û yekbûna bi hêzên demokratîk re ne pêkan e. Ji bo wê jî PJAK xwe erkdar dibîne ku ji bo yekîtiya hemû hêzan, di bin navê ‘Eniya Demokratîk a Gelên Îranê’ hewldan û têkoşînek nû bimeşîne. 
 
4. Ji bo demokratîk kirina Îranê, Kurdistan ku wek dilê guhertin û dergûşa guherînên siyasî di Îranê de ye, a niha cihê herî guncav ji bo yekîtî û hevpeymaniya hêzên siyasî û civakî yên Kurdistanî ye. Li ser van esasan PJAK hemû hêzên siyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo avakirina ‘Eniya Demokratîk a Hêzên Rojhilatê Kurdistanê’ vedixwîne. Ji bo pêkanîna wê jî PJAK wê di nava hewldanê de be.
 
5. PJAK pêkanîna Rêveberiya Xweser a siyasî û civakî ya demokratîk di Rojhilatê Kurdistanê de wek xwesteka herî xwezayî ya xelkê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dibîne. Pêkanîna vê yekê jî bi guhertina di nêrîn û aqilê siyasî yê Komara Îslamî û bi awayekî pratîk divê; pirsgirêka Kurd û gelên din yên Îranê bipejirîne û wek nasnameya siyas û civakî bi fermî nas bike. Eşkere ye ku di rewşek berovajî vê de wê PJAK pêşxistin û pêkanîna vê mijarê bi awayekî yek alî û di hemû aliyên têkoşînê de bikar anîna mafê xweparastinê, ji tekoşîna siyasîheya civakî û hwd, wek mafê gel tekeznas bike û Ji bo pêkanîna wan jî wê têkoşîna xwe berfiretir bike.
 
6. Pêkhatina azadiya jin di civakê de ji pîvan û rêgeza îdolojîk a PJAK’ê ye ku pêşengiya têkoşînê di hemûqadan de bi pratîk bûye. Di vê çarçoveyê de di pêkhateya partiyê de jî ev yek pratîk bûye ku mirov dikare PJAK’ê wek yekemîn partî bibîne ku di nava wê de jin û mêr bi awayekî wekhev beşdar dibin, di hemû astên rêveberiyê de jî ev yek pratîze bûye. Di Kongreya 5. de tevlîbûna wekhev a jin û mêr di hemû qadan de hat erêkirin û pratîk bû.
 
7. Pêşxistina têkoşîn û xebatên kêrhatî li hemberî siyasetên qirkirina çandî û civakî ku di siyasetên darvekirin, belavkirina dijçandan wek Besîc, belavkirin û bikaranîna madeyên hişber û pirsgirêkên civakî, belavkirina fuhûşê, rewakirina siyaseta sîxûrtîkirinê, dij jin û siyasetên biyoîqtidar di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de. Ji bo ku bi vî awayî li dijî ruhê azad û aqilê hêzên civakî bisekine. PJAK ji bo wê jî têkoşînek her alî di berrnameya xwe ya stratejîk de bicih kiriye ku siyaseta nû ya PJAK’ê di Rojhilatê Kurdistanê de ye.
 
8- PJAK, beşdarî çalakiyên siyasî û sîvîl ên çalakvan û rewşenbîrên civakê dibe ku her tim bi siyaseta dijî mirovatiyê ya İranê re rû bi rûne. Her wiha zindanîkirina ew kesên aliyên siyasî yên civakê, weke komalkujiyên siyasî bi nav dike ku ev mijar di 5. Kongreya PJAKê de hatiye nirxandin. PJAK, azadiya zindaniyên siyasî ya bê şert û merc, weke qadeke xebatên siyasî yên xwe dipejirîne. Her wiha berxwedaniya zindaniyên siyasî, di çarçoveya xebatên demokratik û azadiya gelan bi nirx û bi wate dizane. Azadiya zindaniyên siyasî, ji wan xalane ku di İranê de, ji bo vebûneke demokratîk pêwist e û zarûre.    
 
9. Baskê jinan û ciwanan ya partiyê, tevahî çalakiyên xwe yên du sala buhûrî û her wisa pekhateye nû yên xwe di nava PJAK de nirxand û şirove kir. Di pêkhateya nû de bi rêya pêkanîna hemû bernameyên partiyê û hewldan di rêya rêxistin kirina şoreşa siyasî-civakî li rojhilata Kurdstan û Îranê, têkoşînên xwe hîn bêtir kûr û berfireh dike.
 
10. Hemû endamên Kongreyê û kadroyên PJAK’ê li hember hemû kêmahiyên xwe yên di nava du salan de rexne li xwe girtin. Her wiha li hember pratîkkirina siyaset û biryarên Kongreya 5. berpirsyar in. Endamên Kongreyê her wiha guhertina rêveberî û pêkhateya PJAK’ê nirxandin. Di vê çarçoveyê de Hevrê Siyamend Muînî û Zîlan Vejîn wek Hevserokên partiyê di hilbijartina Civata Giştî ya Kongreyê de hatin hilbijartin. Bername û Rêziknameya Kongreya 4. jî li ber çavan hat darbaskirin û Bername û Rêziknameya Kongreya 5. a partiyê bi guhertinan re ji aliyê endamên Kongreyê ve hat erêkirin.”