Encamnameya Konferansa ‘Bi Fikrên Abdullah Ocalan Li Rojhilata Navîn Aştî û Aramî’ eşkere bû

Encamnameya Konferansa ‘Bi Ramanên Abdullah Ocalan Li Rojhilata Navîn Aştî û Aramî’ hat eşkerekirin. Di danezanê hat gotin: “Şandeke bi nûneriya gelên cûda yên Rojhilata Navîn ji bo ku Ocalan bibîne, wê biçe Îmraliyê.”

Encamnameya Konferansa ‘Bi Ramanên Abdullah Ocalan Li Rojhilata Navîn Aştî û Aramî’ hat eşkerekirin. Di danezanê hat gotin: “Konferansa me biryar dide ku li dijî siyaseta şantajê ya dewleta Tirk a halê hazir li hemberî Abdullah Ocalan dimeşîne, şandeke bi nûneriya gelên cûda yên Rojhilata Navîn ji bo ku Ocalan bibîne, wê biçe Îmraliyê.”

Naveroka Danezanê wiha ye;

“Li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê, bi beşdarbûna 200 delegeyên ji Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye, Libnan, Tûnis, Filistîn, Başûrê Efrîkayê, Hindistan DYA’yê, pê re jî ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, di navbera 19 û 21’ê Tîrmeha 2016’an de me konferansa ‘Bi Fikrên Abdullah Ocalan Li Rojhilata Navîn Aştî û Aramî’ pêk anî. Di konferansa me de hema hema hemû pêkhateyên etnîk û dînî hatin temsîlkirin.

Konferansa me di demeke dîrokî de pêk hat ku kirine Rojhilata Navîn bibe mekanê şerê cîhanê yê sêyemîn. Kurdistan bixwe jî navenda vî şerê global pêk tîne. Konferansa me ya ku di serdemek û zemînekî bi vî rengî yê siyasî û dîrokî de li dar ket, da ku çareseriyên rast derêxe holê civiya.

Perspektîfên Birêz Abdullah Ocalan ên analîz û çareseriyê ji bo rast tesbîtkirina pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn û bipêşxistina çareseriyên rast, di asta nirxa vîzyonekê de ne. Di minaqeşeyan de bi vê peywendê hatiye tesbît kirin ku desthilatparêzî, miliyetparêzî, mezhebparêzî, pirsgirêka jinê û dogmatîzm pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn in ku herêm ber bi arîşe, krîz û aloziyê ve ajotine. Tevî vê, hatiye darîçavkirin ku rastiya Netewe Dewletê ya li Rojhilata Navîn serdest, ji bo ku milet û baweriyên bi hezaran salan bi hev re zanîn û karîn bijîn, bibin dijminê hev û mehkûmî şerekî daimî yê li dijberî hev bibin, weke amûreke sereke bi kêr hatiye. Ji ber ku tevî miletê Kurd herî zêde miletê Filistînî ev rastî tecrûbe kiriye, çareseriya van herdu pirsgirêkên sereke yên herêmê yên veguherine girêka kor, wê tesîrê li tevahiya Rojhilata Navîn bike.

'KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK MODELA ÇARESERIYÊ YA HERÎ HEQÎQÎ YE'

Nûneriyên gel û baweriyan ên beşdarî konferansa me bûyîn minaqeşe kirin, îşaret bi girîngiya avahiya dîrokî ya cewhera Rojhilata Navîn kir û tesbît kir ku ev xwe disipêre jiyana hevpar a azad û xweser a cudatiyan. Vê yekê jî derxistiye holê ku konfederalîzma demokratîk di nava rastiyê de modela çareseriyê ya herî heqîqî ye. Bi tecrûbeya Rojava jî hatiye piştrastkirin ku weke felsefeya jiyana hevpar, xweseriyên demokratîk ên bi hizra neteweya demokratîk bi gewde dibin, modela sereke ya çareseriyê ne, ji bo jinûve avakirina çanda otantîk a herêmê.

ABDULLAH OCALAN NE BI TENÊ WEKE RÊBERÊ GELÊ KURD BI NAV DIKE, LÊ BELÊ WEKE HIZIRKER, PÊŞENG Û ŞEXSIYETEKE DÎROKÎ TERÎF DIKE’

Mîmarê vê modela çareseriyê Birêz Abdullah Ocalan di encama bêbextiyekê de hat revandin û mehkûmî sîstema êşkencê ya Îmraliyê hat kirin. Bê guman  têkiliya vê ya yekser bi rastiya dîrokî ya niha li Rojhilata Navîn re heye. Bi vê bêbextiya 15’ê Sibata 1999’an çerxa wê hat gerandin, hat xwestin ku ne bi tenê li Tevgera Rizgariya Kurd, lê belê li tevahiya Rojhilata Navîn li ser esasê ji nû ve dîzaynkirina herêmê dest were werdan. Bêbextî ango komplo ji ber vê yekê di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî tevahiya gelên Rojhilata Navîn hatiye bipêşxistin. Ji ber vê yekê konferansa me Abdullah Ocalan ne bi tenê weke Rêberê Gelê Kurd bi nav dike, lê belê weke hizirker, pêşeng û şexsiyeteke dîrokî terîf dike ku xwe bi temamî daye bipêşxistina çareseriyên pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn û bi giştî yên tevahiya mirovahiyê. Birêz Abdullah Ocalan ji 5’ê Nîsana 2015’an ve bi awayekî mutleq tecrîdkirî ye û jê ti agahî nayê wergritin; ji 18 salan û vir ve di nava sîstema êşkencê ya Îmraliyê de dûçarî rejîmeke taybet a êşkencê tê hiştin ku ti mînakên vê yekê nînin li dinyayê. Armanca rehîngirtina Birêz Ocalan dijberiya çareserî û vîna demokrasî û azadiyê ya li Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê dawîanîna li şert û mercên dîlbûn û betalkirina statuya rehînebûna birêz Ocalan ne bi tenê ji bo Gelê Kurd, hem ji bo gelên Rojhilata Navîn û hem jî ji bo tevahiya hêzên demokrasiyê yên dinyayê weke daxwazeke hevpar were nirxandin.

Di konferansa me de bi awayekî zelal hatiye eşkerekirin ku yekane rêya çareseriya muhtemel a pirsgirêkên zêhnî, civakî û sîstemîk, di rêya çareseriya pirsgirêka jinê re derbas dibe. Têkoşîna azadiya jina Kurd a ku îro veguheriye îlhama jinên cihanê, xwe disipêre xebata azadiya jinê ya Abdullah Ocalan bi kedeke mezin bipêşxistî. Ev rastî ji aliyê pêkhatina konferansê ve jî bi kelecan hat nirxandin.

Di konferansa me de bi awayekî zelal derkete holê ku fikra Ocalan zemîneke pêkanîn û bipêşxistina hevparbûn û yekîtiyê pêşniyaz dike li dijî parçebûnparêziya li Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Li ser vî esasî biryarên girîng ên prensîpî û pratîk hatin dayîn. Konferansa me li ser vî esasî bi awayekî prensîpî;

Ji bo aştî û demokrasiyê ferz dibîne ku sîstema tecrîdkirinê ya Îmraliyê tavilê were bidawîkirin, Birêz Abdullah Ocalan bi lezgînî were berdan;

Ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn, çareseriya Neteweya Demokratîk weke çareseriyeke ji bo herêmê dikare pêk were anîn û guncaw, tesbît dike;

Têkoşîna azadiya jinê weke têkoşîna herî esasî ji bo çareseriya girêka kor a civakî û siyasî ya li Rojhilata Navîn û pê re jî ji bo bipêşxistina demokrasiyê û azadiyan, qebûl dike;

Şoreşa zêhniyetê weke pêdiviyeke herî sereke ya Rojhilata Navîn qebûl dike ji bo azadkirin û rohnîkirina zêhnên tarîkirî;

Dema mirov rastiya dewlemendiya mezheb û baweriyan a herêmê li ber çavan digire, konferansa me baweriyê tîne bi jiyana wekhev û azad a hemû baweriyan li ser esasê prensîpên hevpar û îşaret bi girîngiya bipêşxistina vê yekê dike;

Şoreşa Rojava a ku tecrûbeyeke sereke ya demokrasî û azadiyê ye, ji bo Rojhilata Navîn weke alternatîfeke çareseriyê ya şênber dibîne;

Tevahiya dewlet û rejîmên dîktatorane, despotîk, darbeker, monarşîk, teokratîk red dike û siyaset û rêveberiya demokratîk weke a xwe qebûl dike;

Konferansa me dibêje, destwerdanên neolîberal ên global ên li dijî Rojhilata Navîn ne çareserî ne û dixwaze rêz were girtin ji wan çareseriyan re ku li cihê cih gel bi îradeya xwe ya azad bi pêş dixin.

Di encama minaqeşeyên xurt û mişt de ji bilî biryarên prensîpî, konferansa me îşaret bi girîngiya dayîna biryarên pratîk jî kir. Di vê çarçoveyê de;

Konferansa me gefxwarin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Birêz Abdullah Ocalan, weke pirsgirêkeke bi tenê gelê Kurd û Kurdistanê elaqedar bike, nabîne; her êrîşa li dijî Ocalan weke êrîşeke li dijî gelan dinirxîne. Konferansa me biryar dide ku li dijî siyaseta şantajê ya dewleta Tirk a halê hazir li hemberî Abdullah Ocalan li dar e, heyeteke bi nûneriya gelên cihê yên Rojhilata Navîn ji bo ku Ocalan bibîne biçe Îmraliyê;  

Konferansa me bang dike ku li dijî siyasetên şantaj û gefxwarinê yên dewleta Tirk ên li hemberî Abdullah Ocalan, di serî de Yekîtiya Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî tavilê zend û bendan badin, û ji bo ku gefa li ser jiyana Ocalan were berterefkirin mueyideyên cezayî li ser Tirkiyeyê ferz bikin;

Û biryar li ser hatiye dayin ku;

Ji bo li Tirkiyê demokrasî pêk were ku ev jî encex bi çareserkirina pirsgireka Kurd pêkan e, divê dewleta Tirk bi lezgînî bi rêzdar Abdullah Ocalan re dest bi muzekereyan bike û li ser bingeha Mitebeqata Dolmabahçeyê çareseriyê têxe rojava xwe;

Ji bo demokratîkkirina Tirkiyê, ku çareseriya pirsgirêka Kurd xweyî roleke girîng e, divê NY, YE û NATO, li gorî hiqûqa navnetewî rista xwe bi erênî pêk bînin û ji bo dewleta Tirk li gorî normên hiqûqê yên gerdûnî bimeşe, li ser tiştinan ferz bikin;

Her salê, konferansê ku pêşniyarên Çareseriya  Demokratîk ên Abdullah Ocalan vedihewînin, li Rojhilata Navîn were kirin;

Konferansa duyê ya ku perspektîfên çareseriyê yên Abdullah Ocalan vedihewînin, li Rojava were kirin;

Rêveberina xebatekê ya bi mebesta biryarnameyeke ku azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dixwaze, ji hêla gelên Rojhilata Navîn ve li ser navê NY pêk  were;

Li derdora tezên ku Abdullah Ocalan li ser mijara azadiya jinê pêş xistine, li Rojhilata Navîn Konferansa Jinê were lidarxistin;

Di şexsê Abdullah Ocalan de, ji bo ku siyaseta qadên nehiqûqî yên ku li dijî gelên Rojhilata Navîn tê kirin bidawî bibe û li ser zemîna hiqûqê were rûniştandin, Yekîtiya Parêzerên Rojhilat Navîn were avakirin;

Ji bo ku dozaa hiqûqê ya Abdullah Ocalan biçe Dîwana Adaletê ya Laheyê xebat divê werin kirin;

Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê xebat werin kirin, bi mebesta ku PKK ji lîsteya terorê ya YE û DYA’yê wer e derxistin.