BI DÎMEN

‘Em qet Qamişloyê bernadin’

Qamişloyiyan: Bila DAIŞ baş bizanibe ew çi bikin bila bikin em qed xaka xwe naterikînin. Ew çiqas xirabiyê bike li pêşberî vê em ê yekîtiya xwe xurt bikin û li pêşberî wan rawestin.

Piştî qetlîama bi wesayîta bombebarkirî ya li Taxa Xerbî ya Qamişloyê û şûn de gelê Qamişloyê seferber bûn û birîndarên xwe rakirin nexwşexaneyê û xwîn dan. Qamişloyiyan îro jî li gel hêzên Asayîşê, YPG’ê, Wezareta Parastinê, xebatkarên Şaredariyê beşdarî xebatên lêgerîn û rizger kirinê bûn. Qamişloyiyan bertek nîşanî qetlîamê dan û wiha gotin: “Em dev ji xaka xwe bernadin.”

 ‘DIXWAZIN BI TIRSÊ ME JI VAN DERAN DERXÎNIN, LÊ EM NAÇIN’

Nermîn Şahîn: Bi van êrîşan dixwazin ku em ji ser xaka xwe derkevin. Lê em cihê xwe naterikînin. Heta dawiyê em ê li Qamişloyê bimînin. Yek ji sedemê vê teqînê serketina birayên me ne. DAIŞ li pêşberî hêzên me yên leşkerî nikare li ber xwe bide. Pişte tên xwe di nava gel de diteqînin, dixwazin tolê ji gel hilînin. Bila tev cîhan û dewlet bizanin ku em qet dev ji xaka xwe berandin. Em ê nîşanî tevahî cîhanê bidin ku em dev ji welat û xaka xwe bernadin.

Mûhyeddîn Zeynel Xelîl: Dixwazin ku bi van qetlîaman me bitirsînin û em xaka xwe bihêlin. Lê qet em dev ji xaka xwe bernadin.

‘NIKARIN LI MINBICÊ LI BER XWE BIDIN, ÊRÎŞÎ SIVÎLAN DIKIN’

Reyhan Taner: Ez endama jin a Asayîşê me. Di serî de ez qetlîama ku li Taxa Xerbî pêk hatî şermezar dikim. Di vê teqînê de gelek hevriyên me û welatiyên sivîl şehîd ketin. Ev çeteyên qirêj ên ku li bêşberî hêzên YPG, YPJ û QSD’ê li Minbicê hêzê winda dikin, li hember sivîlan qetlîaman dikin. Em ê bersiva van êrîşan bi awayekî herî xurt bidin. Em ê rizgarkirina Minbicê îlan bikin. Em rênadin ku bi van êrîşan vîna gelê me bişkînin. Em weke hêzên asayîşê hêza parstinê ya gel in. Me li ber xwe da û em ê li ber xwe bidin.

Kewa Hesen: Ez ji dema ku teqîn pêk hatî ve dixebitim. Dema ku teqîn pêk hat dengekî pir mezin hate bihîstin. Ez wisan fikirîm ku ev teqîn li Nisêbînê qewimî. Lê piştre min dît ku bajar ma dinava dûxanê de. Ez vê qetlîamê şermezar dikim. Ev qetlîam dide nîşandan ku çeteyên DAIŞ’ê lewaz bûne û ev her wisan bûye. Di şerên ku li Til Hemîs, Til Berak, Til Temîr hatin kirin de jî heman tişt pêk hate û teqîn hatin kirin. gelek çete ji hêla hêzên me û gelê me ve hatin girtin lê disan nêzîkatiyekî mirovî hate raberkirin. Lê li ber çavan e, xwe di nava bajar, sûk û dikanên welatiyên ku dixebitin de di nava gelê sivîl de teqînan dikin.

‘EM Ê HÊ ZÊDETIR BI HÊZ Û YEKÎTIYÊ XURT BIKIN’

Ebû Jack Corç: Ez kesekî Xiristiyanim. Çi Ereb, Kurmanc,Xirîstiyan be, di nava gelên Rojava de ti cudahî nîne. Em bi hev re dijîn. Dixwazin bi van teqînan yekîtiya me û bajarên me xirabikin. Lê em vê yekê qebûl nakin. Em bimirin jî dev ji xaka xwe û bajarên xwe bernadin. Dixwazin bi van teqînan serkeftinên Rojava hilweşînin û nebaweriyê pêş bixin. Lê nagihîjin armancên xwe. Her ku ew bixwazin yekîtiya me xirabikin em ê hê zêdetir yekîtiya xwe xûrt û bi hêz bikin.

Ranya Mûhammed: Ez xebatkara Şaredariyê me, ji demê teqînê ve ez li vir im û beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dibim. Malbat, zarok, mezin gelek kes hatin qetilkirin. DAIŞ diyar kir ku ji ber ku li Minbicê zarok û mezinên wan hatine kuştin ev teqîn pêk anîne. Lê hevriyên me bi sedan şehîd dane ku ji bo ku sivîlan rizgar bikin. DAIŞ bila baş bizanibe ew çi bikin bila bikin, Qamişloyê tev hilweşîn in, lê em qet Qamişloyê naberdin. Em li vir çiqas şehîd bidin bi hezaran mirov cihê şehîdên me tijî dike.

Em ji vir ti deman narevin, DAIŞ bila vê baş bizanibe. DAIŞ bê namûs û bê exlaq e. Dibêjin ku Misilman in lê ji derveyî “Allah- û Ekber” zêdetir tiştekî ji Misilmaniyê nizanin. Em li vir  bi şehîd, birîndar û mirovên xwe yên ku ziyan ditin ve soz didin qet em cih û warê xwe naterikînin. Em Kurd, Ereb, Suryanî, Xirîstiyan dest bidin destê hev, em ê besiv bidin xirabiyê DAIŞ’ê. Ew çiqas xirabiyê bike, em ê ewqas bi hêz bibin û li pêşber rawestin.

 

...