BI DÎMEN

'Em naxwazin dewleta Tirk û çeteyên wê li axa me bin'

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Soro Tirkmen nerazîbûneke tund nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê da. Tirkmen got, "Em naxwazin dewleta Tirk û çeteyên wê li axa me bin."

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Soro Tirkmen dagirkirina Cerablûs û El Raî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ve, ji ANF'ê re nirxand.

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Tirkmen da xuyakirin, ku ew dixwazin hemû gelên Sûriyeyê bi hev re bijîn û destnîşan kir, armanca wan avakirina Sûriyeye Demokratîk e ku Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Tirkmen karibin bi ziman û sembolên xwe lê bijîn.

Şervan Soro Tirkmen bibîr xist, ku di encama "Pêngava Rizgarkirina Minbicê" ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de, bajarê Minbicê hatiye rizgarkirin û û diyar kir, dewleta Tirk xwe li vê rewşê ranegirtiye, lewma Cerablûs dagir kiriye.

Soro Tirkmen da xuyakirin, ku piştî dagirkirina Cerablûsê dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê bajarokê El Raî dagir kirine û niha jî dixwazin bajarê Babê dagir bikin.

Soro Tirkmen destnîşan kir, ku ew ê destûrê nedin hewldaneke gengaz a dagirkirina Babê û li dijî vê yekê wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Tirkmen diyar kir, ew naxwazin dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê li axa Sûriyeyê bin.

SORO TIRKMEN: EM DIXWAZIN BI HEMÛ GELAN RE BI RENGEKÎ XWIŞK-BIRA BIJÎN

Soro Tirkmen da zanîn, bajarê Babê bajarekî ji mozaîka gelan e û anî ziman, weke Meclîsa Leşkerî ya Babê ew dixwazin di navbera gelan de bibin pirek. Tirkmen got, "Em dixwazin jiyaneke hevpar, wekhev û azad a hemû gelan ava bikin."

Soro Tirkmen ragihand, ew dixwazin bajarê Babê yê ji sala 2014'an û vir ve ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin rizgar bikin û temamiya axa Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin. Soro Tirkmen destnîşan kir, ku di vê oxirê de çi pêwîst be ew ê wê bikin.

Soro Tirkmen got, "Girîng e gelê Tirkmen li dijî dagirkirina Cerablûs û El Raî rabe ser piyan. Lazim e gelê Tirkmen li dijî hewldaneke gengaz a dagirkirina Babê li ser piyan be. Divê li pêşberî vê dagirkerî û êrîşan bêdeng nemîne."

Soro Tirkmen herî dawî bang li ciwanên Tirkmen kir, ku di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Babê de bi rengekî aktîf cih bigirin û destnîşan kir, ku çi zû çi jî dereng, ew ê bajarê Babê û tevahiya axa Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê û Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê, ku pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê, rizgar bikin.

...